00:40 18 Çile 2018
Zindî
    Xurmatû

    RT: Li Xurmatûyê pevçûn di navbera Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derket

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Televizyona RTyê ragihand ku li Xurmatûyê pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derket.

    Li gorî peyamnêrê RTyê, li bajarê Xuramtûyê yê girêdayî Parêzgeha Selahedînê pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derketiye.

    Li gorî peyamnêrê li ser zimanê  hinek çavkaniyên Herêmî yên li Parêzgeha Selahedînê ragihandibû ku pevçûn îro îniyê li navçeya Xurmatûyê derketiye piştî ku hinek kesên nediyar gule reşandine bi ser hêzên polîsan de gava ku wan bombeyek li nêzîkîmizgeftekê pûç dikir.

    Li gorî wan çavkaniyan şer berdewam e bêyî ku ti agahiyan derbarê zirarên madî û canî de bide.

    Hîn ti aliyan daxuyaniyên fermî derbarê vê mijarê de nedaye.

    "ŞEVÊ DIN GULE LI TEŞKÎLATA YNKÊ HATIBÛ REŞANDIN"

    Rûdawê ragihand ku duh bi şev gule bi ser teşkîlata YNKê ya Xurmatûyê û Hêzên Pêşmerge yên li wê derê de de hatiye reşandin.

    Li gorî heman malperê, qaymiqamê navçeya Kerkûkê Şelal Ebdul ragihandiye: “Şeva derbasbûyî heta danê sibê bi telefon me danûstandin li gel hêza Bedir, çekdarên Esaîbî Ehlî Heq û hêza Şehîd Sedir kir. Di encamê de em gihiştine wê biryarê ku teqekirin were sekinandin.”

    "ZOR LI WELATIYÊN KURD TÊ KIRIN KU JI NAVÇEYÊ DERKEVIN"

    Li gorî medyaya herêmî, li Xurmatû çekdarên Heşda Şeibî teqe li hemwelatiyan kirin û bi zora çek xwestin kurdan ji malên wan derbixin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge derbarê vê yekê de hişyarî dan û banga aramkirina rewşê kirin.

    Navçeya Xurmatû ser bi parêzgeha Selahadînê ye û 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Pêşmerge, Xurmatû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de