05:53 20 Çile 2018
Zindî
    drapeau du Kurdistan

    Şêwirmendê Barzanî: Em neteweyeke rijd û xwedan doz in

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşniyara Heşdî Şeibî û Hikûmeta Iraqê ya ji 6 xalan pêk dihat ku duh Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm Pêşkêşî YNKê kiribû wek hewldana perçekirina kurdan bi nav kir.

    Hewramî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê wê pêşniyara Heşdî Şeibî û Ebadî de nivîsî.

    Rayedarê kurd bal kişand ser wê yekê ku ew pêşniyar tenê li YNKê hatiye kirin û wiha got: "Hewldanên perçekirin û hukimkirina kurdan mehkûmî têkçûnê ne. Berî referandûmê têk çûn, şeva dawî di êrîşa Kerkûkê de dîsa têk çûn û niha jî bi van şeş xalên Heşdî Şeibî ku tenê bo YNKê hatine pêşkêşkirin dîsa têk çûn. Belkî hinek mirovên qels hebin lê bi giştî em neteweyeke rijd in û xwedan doz in.

    ​Hatibû ragihandin ku Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm duh di civîna bi serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) re de 6 daxwazên Bexdayê yên derbarê Kerkûkê de gihandine berpirsên pilebilind ên YNKê.

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Fûad Masûm, Hêmin Hewramî, Heyder Ebadî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de