16:36 27 Gulan 2018
Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Kurdistanê 5 pêşniyarên bo çareseriyê pêşkeşî Ebadî kirin

© Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û pisgirêkên petrolê pêşniyarnameyeke ji 5 xalan pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 5 xalan nexşerêyeke çareseriyê pêşniyar kir û got, ‘Ger mafê sedî 17 yê tevahiya hemû petrola Iraqê bo Herêma Kurdistanê bê dayîn, dê hemû barên darayî bigirin ser milê xwe.'

5 madeyên ji bo Serokwezîrê Iraqê hatine pêşkeşkirin ev in:

1 — Divê Hikûmeta Iraqê mûçeyên hemû karmendên hikûmetê, beşên xizmetguzariyên hikûmetê, pêşmerge, polîs û asayiş û xanenişînan dabîn bike, ku mehane dike 915 milyar dînarê iraqî ye.

2 — Pişka %17ê berhemên petrol yên tevahiya Iraqê bo bikaranîna navxwe ya Kurdistanê were dabînkirin, bi mebesta bikaranîna bo parzûngehan (rafîneriyan) û saentralên berhemanîna elektirîkê.

3 — Di bûdceya bikarbirina Iraqê de, divê pişka %17 ya bûdceya bikarbirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabîn bike (Budçeya giştî û muçe ne tê de).

4 — Hikûmeta Iraqê garantiya dana pereyên şîrketên navdewletî yên berhemanîna petrolê li Kurdistanê bike, li gorî wan girêbestên ku hatine kirin, daku ew şîrket li ser berhemanîna petrolê û bi dest xistina qazancê berdewam bin.

5 — Yan Hikûmeta Herêmê pêşniyareke herî hêsan dike ku ev jî ev e: Ger %17 ji tevahiya berhemên petrola Iraqê û Kurdistanê bi Hikûmeta Herêmê were dayîn, dê Hikûmeta Herêmê bi xwe tevahiya xalên li serî bigire ser milê xwe.

Bi heman mijarî:

Laricanî: Amerîka di dorpêçan de negihîşt armanca xwe
Ji medya tirk îdiaya şerê Pêşmerge û Heşdî Şebî li Tuzxurmatuyê
Ji Pentagonê daxuyaniya Kerkûkê
Bextiyar: Ji bo Kerkûkê civîneke berfireh tê lidarxistin
YEyê li ser hilweşandina peymana nukleerî bersiva Trump da
Serdozgeriyê li ser îdiayên 'mirina Ocalan' daxuyanî da
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de