23:36 16 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên çekdar

    Berpirsê YNKê li Xurmatuyê: Heşda Tirkmenî êrîşî ofîsa YNKê kir û dixwazin aloziyê derxin

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku êvara 13ê Cotmehê ji aliyê hêzên Heşda Tirkmenî ve 2 narincok bi ser nivîsgeha YNKê ya li Xurmatuyê de hatine avêtin û teqe jî hatiye kirin.

    Li gor daxuyaniya Endamê Encumena Parêzgeha Selahedînê, Mela Hesen ku bi rêya televizyona Rûdawê ragihandiye, "Ji êvariya roja Înê 13ê Cotmeha 2017ê ve du narincok bo nava taxên Kurdî yên Xurmatuyê hatine avêtin û teqe li baregeha Melbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hatiye kirin."

    Mela Hesen ku berpirsekî YNKê li Xurmatuyê ye got: "Teqe ji aliyê Heşda Tirkmenî ve û bi arasteyeke bilind ve tên kirin û ew teqe zêdetir bo çêkirina aloziyan e."

    Hesen diyar kir: "Heta niha bersiva teqekirinên Heşda Tirkmenî nehatiye dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Laricanî: Amerîka di dorpêçan de negihîşt armanca xwe
    Ji medya tirk îdiaya şerê Pêşmerge û Heşdî Şebî li Tuzxurmatuyê
    Rûsya ji helwesta Trump a li ser peymana Îranê xemgîn e
    Bextiyar: Ji bo Kerkûkê civîneke berfireh tê lidarxistin
    Serdozgeriyê li ser îdiayên 'mirina Ocalan' daxuyanî da
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de