00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    Bextiyar: Ji bo Kerkûkê civîneke berfireh tê lidarxistin

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 96 0 0

    Serkirdeyê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar piştî civîna partiyê ya bi Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm re da xuyakirin, ew dê li ser rewşa Kerkûkê civîneke berfirehtir saz bikin.

    Li ser civîna îro 13ê Cotmehê ya YNKê û Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, civîna navbera wan 2 demjimêran dom kiriye û ew bi xwe û Kosret Resûl, Omer Fetah, Hakim Qadir, Hêro Îbrahîm Ehmed, Bavil Talebanî û Qubad Talebanî di civînê de amadehî kirine.

    Bextiyar destnîşan kir, di civînê de nirxandin li ser fikr û nêrînên baş hatine kirin û got, ew dixwazin heta sibe Şemiyê 14ê Cotmehê bi mebesta amadekirina encameke hevbeş, civîneke berfirehtir li dar bixin.

    Beriya niha hatibû ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, 6 daxwaziyên Iraqê dê di civînê de pêşkeşî YNKê bike ku ew daxwaz ev bûn:

    1- Firokexaneya Kerkûkê bikeve bin kontrola Bexdayê û Heşda Şebî

    2- Binkeya Serbazî ya K1 li Kerkûkê bikeve bin kontrola hêzên Iraqê

    3- Hemû bîr û kêlgehên petrolê radestî hêzên Iraqê bêne kirin.

    4- Hemû ew çekdarên DAIŞê bêne radestkirin ku niha li cem Pêşmerge hatine dîlkirin.

    5-Artêş vegere hemû wan cihên ku berî hatina DAIŞê li wan deran bicih bû.

    6- Dûrxistina parêzgarê Kerkûkê ji posta parêzgariyê.

    Bi heman mijarî:

    YEyê li ser hilweşandina peymana nukleerî bersiva Trump da
    Serdozgeriyê li ser îdiayên 'mirina Ocalan' daxuyanî da
    Trump ji bo Pasavanên Şoreşa Îranê fermana dorpêçan da
    Serokomarê Iraqê 6 daxwazên Ebadî û Heşdî Şebî digihîne YNKê
    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
    Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de