00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Fûad Mehsûm

    Serokomarê Iraqê 6 daxwazên Ebadî û Heşdî Şebî digihîne YNKê

    © AFP 2017/ Haidar Hamdani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7702

    Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di civîna bi serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) re de, dê 6 daxwazên Bexdayê yên derbarê Kerkûkê de bigihîne berpirsên pilebilindên YNKê.

    Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm îro 13ê Cotmehê êvarê ji Bexdayê derbasî bajarê Silêmaniyê bûye û dê daxwazên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hêza Heşdî Şebî ya girêdayî Iraqê derbarê rewşa Kerkûkê de, bi fermî bigihîne YNK.

    Li gor nûçeyên ji Herêma Kurdistanê tên, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo bicihanîna 6 daxwazan heta 2.00yê şevê (14ê Cotmehê) mohlet daye ku metirsî heye hêz were bikaranîn.

    Li gor nûçeya Rûdawê Fuad Mehsûm Fuad Mehsûm dê li Silêmaniyê derbarê rewşa Kerkûkê de bi serkirdatiya YNKê re bicive û tê pêşbînîkirin 6 daxwazên li jêr pêşkeş bike:

    1. Firokexaneya Kerkûkê bikeve bin kontrola Bexdayê û Heşda Şebî
    2. Binkeya Serbazî ya K1 li Kerkûkê bikeve bin kontrola hêzên Iraqê
    3. Hemû bîr û kêlgehên petrolê radestî hêzên Iraqê bêne kirin.
    4. Hemû ew çekdarên DAIŞê bêne radestkirin ku niha li cem Pêşmerge hatine dîlkirin.
    5. Artêş vegere hemû wan cihên ku berî hatina DAIŞê li wan deran bicih bû.
    6. Dûrxistina parêzgarê Kerkûkê ji posta parêzgariyê.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
    Serfermandarê Artêşa Iraqê li ser rewşa piştî referandûmê û Kerkûkê axivî
    Li Reqayê bi sedan sivîl di encama bombebaranên xelet yên koalîsyonê de mirin
    Parêzgarê Kerkûkê: Em bi hatina hêzên iraqî şaş man
    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de