09:26 25 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmerge

Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Endamê Fermandariya Hêzên Pêşmerge û berdevkê wê Cebar Yawer nûçeyên dibêjin ku hikûmeta federal 48 saet mohlet dane Pêşmergeyan ji bo ku Kerkûkê vekişin ne rast in.

Yawer îro bi ajansa Spûtnîkê re axivî û li ser pirsyara bê gelo bi rastî jî hikûmeta Iraqê mohleteke wiha daye hêzên Pêşmerge yan na, wiha got: "Tiştekî fermî bi vî awayî derbarê vê mijarê de tine."

Berpirsekî ji Hêzên Pêşmerge ku nexwest navê xwe eşkere bike îro ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihandibû ku Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dane wan daku ji Kerkûkê vekişin û Pêşmerge jî ketine rewşa amadebaşiyê û dê berevaniyê bike.

Derbarê vê nûçeyê de jî, Yawerî wiha got: "Ez wiha difikirim (dibe tiştekî wiha çêbûbe) di navbera berpirsyarên mihweran û fermandarên herêmî de lê li ser asta serkirdayetiya bilind a Hêzên Federal û li gorî daxuyaniyên fermandariya Hêzên Federal û herwiha li gorî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ti daxwazeke fermî bi wî awayî nehatiye kirin. Herwiha her kesî diyar kiriye ku dê hêza leşkerî ji bo tehdîdkirina çi herêmeke Kurdistanê bi kar neyênin, nexasim Kerkûk û jixwe niyeteka wan a wiha jî tine."

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
Etîketan:
Pêşmerge, Cebar Yawer, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de