07:09 14 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk, Başûrê Kurdistan

    Heşda Şebî: Tu plana me ya êrîşkirina Kerkûkê nîne

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Heşda Şebî Kerîm Nûrî ragihand ku tu hêzên wan Lİ Kerkûkê û li derdora Kerkûkê nînin.

    Berdevkê Heşda Şebî Kerîm Nûrî bi rêya televizyona Rûdawê bal kişand ser provakasyon û dezenformasyonan û got, "Em weke Heşdî Şebî şer û pevçûnan naxwazin."

    Nûrî îdia kir, ku li derdora Kerkûkê rewş aram e û tu planên wan ê êrîşkirina ser Kerkûkê nîne û wiha got,"Di rastiyê de tu pêwendiyên Heşda Şeibî bi mijarê re nîne. Dosyeya deverên ku destdirêjî li ser hatiye kirin di destê Hikûmeta Federalî de ye. Gelê kurd nikare sizayê xeletiyên siyasî bikşîne û qebûl bike. Ev yek ne di berjewendiya me û ne ya kurdan de ye."

    Hêjayê bibîrxistinê ye, ku piştî liv û tevgera hêzên Iraqî ya li ser sînorên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî li gundê Beşîr û navçeya Taze ya Kerkûkê, ji doh ve hêzên pêşmerge li seranserê sînorên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne. Ji hêla din ve Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û fermandarên pêşmerge heta sibê jî serpereştiya rewşê dikirin.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebi 72 saet molet da Tirkiyeyê
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    Barzanî li Kerkûk bi YNKê re civîneke giring li dar dixe
    Etîketan:
    heşdi şebi, Kerîm Nûrî, Kerkuk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de