07:06 14 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Barzanî bangî aliyên Iraqî û civata navdewletî kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bangî aliyên Iraqî û civata navdewletî kir ku rê li ber şerî bigirin. Barzanî diyar kir ku ger şer û pevçûnek biqewime, berpirsyariya wê di stûyê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Heyder Ebadî de ye.

    Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî ji 10ê vê mehê di konferanseke rojnamevaniyê de gef xwaribû ku Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî dê êrîşî Pêşmergeyan û Kurdistanê bike. Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Bi mebesta êrîşirina ser hêzên Pêşmerge, bi berdewamî hêzên Heşdî Şeibî û leşkerên iraqî  ji derdora bajarê Mûsilê heta derdora Kerkûk û Xaneqînê kom kirine."

    "RÊ LI ŞEREKÎ NÛ LI HERÊMÊ BIGIRIN"

    Barzanî di daxuyaniya xwe ya ku li ser malpera fermî ya hikûmetê de weşandiye li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî Rêberê Şîî Ayetûlah Seyid Elî Sîstanî, hemû aliyên iraqî, hemû rêxistinên sivîl û aştîxwaz, NY, Amerîka YE, dewletên endamên Hevpeyamna Dijî DAIŞê, Dewletên endamên Encûmena Ewlekariya Navdeweletî û welatên cîran kir û wiha got: "Rola xwe bi lezgînî bilîzin û destwerdsanê bikin daku herêmê ji şerekî nû dûr bixin."

    Herwiha serokwezîrê Kurdistanê destnîşan kir ku şerekî nû dê Iraq û tevahiya herêmê têxe nav aloziyan û dê zemînekê amade bike ji bo DAIŞ dîsa bihêz bibe.

    'BERPIRSÊ HER ŞER Û PEVÇÛNEKÊ HEYDER EBADÎ YE'

    Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku ew wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû kêşeyan nîşan didin ku ji bo guftûgoyan amade ne û got, "Em berpirsyariya her şer û pevçûnê dixine stûyê aliyên hember û Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê birêz Heyder Ebadî."

    Nêçîrvan Barzanî wisa berdewamî da daxuyaniya xwe: "Em ji hemû pêkhateyên xelkê Kurdistanê, ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Xristiyanan dixwazin ku ji bo bersivdaina her şerxwaziyekê bi wêrekî amade bin û ji bo parastina hemû bajarên Kurdistanê bi hemû şêweyê piştevaniya pêşmerge bikin, da ku wekî bajarên Mûsil, Enbar û bajarên din ên Iraqê rastî komelkujî û wêranbûnê nebin. Herwisa em ji hemû partî û aliyên Kurdistanê daxwaz dikin ku ji bo parastina aşitî û bergiriya Kurdistanê yekhelwest bin."

    'DI SALA 2014AN DE GAVA ARTÊŞA IRAQÊ JI KERKÛKÊ REVIYA, PÊŞMERGE ÇÛN HAWAR GELÊ WIR'

    Barzanî dest nîşan kir ku bajarên Herêma Kurdistanê ji bo sed hezaran penaber û awareyên ku ji şerê DAIŞê û şerê mezhebî û etnîkî yê li Iraqê reviyane, bûne stargeh û got, "Gelekî seyr e ku hikûmeta Iraqê hewl dide bi êrîşa leşkerî aramiya van bajaran têk bibe."

    Barzanî di daxuyaniya xwe de rexne li artêşa Iraqê jî wergirt û got, "Di sala 2014an de piştî ku artêşa Iraqê ji Kerkûkê û herêmên wê derûberê reviyan û gelek çekên xwe ji bo DAIŞê hiştin, Hêzên Pêşmerge çû hawara xelkê wan deran û ew ji DAIŞê parastin. Niha ew herêm di rewşeke aramî de dijîn, ku ti caran aramiyeke bi vê şêweyê ji bo xwe nedîtine." Ligel vê yekê Barzanî eşkere jir ku divê ji bo van herêman rêveberiyeke taybet, ku hemû pêkhateyan li ber çavan digire, hebe û ji bo vê yekê jî ew wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne ku hemû alîkariyê bide.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî: Tu plana me ya êrîşkirina Kerkûkê nîne
    Wezîrê iraqî bo Kerkûkê: Em ê vegerin rewşa sala 2014an
    Fermandarê Pêşmerge: Me şeva borî li Kerkûkê planeke mezin pûç kir
    Artêşa Iraqê: Me operasyon li dijî Kerkûkê nedaye destpêkirin
    'Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dan Pêşmergeyan ji bo ji Kerkûkê vekişin'
    Talabanî: Çûna Artêşa Iraqê bi ser Kerkûkê de wê bibe sedema şerekî dijwar
    Etîketan:
    bang, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de