22:23 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    'Amerîka navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Êrişa li ser Kerkûkê (37)
    0 35 0 0

    Rojnameya Al Hayatê ya erebî ragihand ku Amerîka navbeynkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de dike daku qeyrana piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê derketiye çareser bike.

    Li gel ku Hikûmeta Iraqê radigihîne ku ti operasyoneke leşkerî li dijî Kerkûkê nedaye destpêkirin jî, Hêzên Pêşmerrge radigihînin ku Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dane wan daku ji Kerkûkê derkevin.

    Li gel vê rageşiya leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de, hat ragihandin ku Amerîka bi "fetweyeke ji Dadgeha Federal" navbeynkarî û serperiştiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike daku qeyranê çareser bike.

    Ji aliyê din ve, Şêwirmendê berê Besam Huseyinî îro iniyê ragihandibû ku şandeyeke amerîkî gihişt Bexdayê daku rewşa Iraqê bi taybetî û ya herêmî bi giştî gotûbêj bike ku qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê jî di nav wan mijarên gotûbêjan de ye.

     

    Mijar:
    Êrişa li ser Kerkûkê (37)

    Bi heman mijarî:

    Heta niha ji sedî 92 axa Sûriyeyê ji DAIŞê hat paqijkirin
    Barzanî: Amerîka û civaka navnetweyî hişt ku Bexda van biryaran bide
    Pîlotê ku balafira wî li Hatayê ketibû serbest hat berdan
    Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr
    Kerîm: Ciwanên kerkûkî amade ne bi Pêşmerge re Kerkûkê biparêzin
    Rûsya: Em ê di nêzîk de bi Erebîstana Siûdî re peymana S-400î îmze bikin
    Etîketan:
    Hewlêr, Bexda, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de