21:23 21 Hezîran 2018
Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

Fermandarê Pêşmerge: Me şeva borî li Kerkûkê planeke mezin pûç kir

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Berpirsê Hêzên 70ê yên Wezareta Pêşmergeyan Şêx Cafer diyar kir ku wan şeva borî planeke mezin pûç kiriye û got, "Em nahêlin hîç dagirkerek pêlî ser xaka Kurdistanê."

Piştî civîna fermandarên Hêzên Pêşmergeyan li Kerkûkê, berpirsê Hêzên 70ê yên Wezareta Pêşmergeyan Şêx Cafer Şêx Mistefa ji bo rojnamegeran axivî û diyar kir ku wan şeva borî li Kerkûkê planeke mezin pûç kiriye.

Şêx Cafer di axaftina xwe got, "Hewla Artêşa Iraqê ji bo êrîşkirina ser sînorê Kerkûkê hebû lê em nahêlin hîç dagirkerek pêlî ser xaka Kurdistanê bike. Em bi hemû awayî li dijî şer in û em şer naxwazin. Lê eger êrîşê me were kirin em ê jî dijî wê rawestin."

Bi heman mijarî:

'Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dan Pêşmergeyan ji bo ji Kerkûkê vekişin'
Artêşa Iraqê: Me operasyon li dijî Kerkûkê nedaye destpêkirin
Talabanî: Çûna Artêşa Iraqê bi ser Kerkûkê de wê bibe sedema şerekî dijwar
Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr
Hewramî: Heşdî Şebî kom bûye, plana êrîşa beşeke Kerkûkê dike
Etîketan:
Fermandariya Hêzên 70 yê Pêşmerge, Şêx Cafer Şêx Mistefa, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de