16:01 14 Kanûn 2017
Zindî
    Kosret Resul Elî, Mesûd Barzanî û Necmedîn Kerîm

    Fermandariya Giştî: Bila hemû hêzên Pêşmerge di amadehiyê de bin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 10

    Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemû hêzên Pêşmerge kir ku di amadehî û berevanîkirina xaka Kurdistanê de bin.

    Li gorî nûçeya K24ê, fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva borî hêzên Haşdî Şabî û hin hêzên artêşa Iraqê dest bi tevgerê û amadekariyan kirin ji bo êrîşkirina li ser navçeyên di bin destê Pêşmerge bi taybet yen li derdora Kerkûkê de. Ev tevger ji piştî handan û destlipiştdana biyanî û herwiha daxuyaniyên gefê yên di cend rojên borî de ji aliyê berpirsên leşkerî û siyasî ên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê tên û amajeyên metirsîdar ên derketina şer û êrişa li ser Kurdistanê tê de ne.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku em civaka navdewletî û hevpeymanan û raya giştî agahdar dikin ku rewşa ne li bar dibe sedema karesatên mezin. Em li dijî şer û xwînrêtinê ne û ji rewangeha hestkirina bi berpirsayetî ve daxwaz ji hikûmeta Bexdayê dikin, li cihê tevgera hêzê û xwesepandina bi zorê, bê guftûgoyê bike û bi wan riyê pirsgirêk çareser bike.

    Lê gef, êriş û şerfirotana qebûl nakin û çareseriya ti pirsgirêkekê nake, hêza Pêşmerge gelek bi tundî berevaniyê li gelê Kurdistanê dike û rê nade bi zimanê çek û xwesepandina bi zorê, damûstandin bi gelê Kurdistanê re bê kirin. Divê hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî di amadebaşiya temam de bin, ji bo berevanîkirina li gel û xaka Kurdistanê bikin û li hember her cure gef û êrişan rawestin.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Talabanî: Çûna Artêşa Iraqê bi ser Kerkûkê de wê bibe sedema şerekî dijwar
    ‘3 berpirsên YNKê tevlî plana Haşdî Şabî bûne û ji bo wan dixebitin'
    ‘Kurd dixwazin serbixwe bin, em dê heta kengî fortan bikin?'
    Kerîm: Ciwanên kerkûkî amade ne bi Pêşmerge re Kerkûkê biparêzin
    Cîgirê Wezîrê Pêşmerge: Em tevgera artêşa Iraqê nîyeteke baş nabînin
    Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr
    Etîketan:
    Rêxistina Haşdî Şabî, Fermandariya Giştî ya Pêşmerge, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de