00:52 22 Hezîran 2018
Fermandarên Heşdî Şabî

‘3 berpirsên YNKê tevlî plana Haşdî Şabî bûne û ji bo wan dixebitin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

3 berpirsên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê ji bor ê ji rêxistina Haşdî Şabî re vekin peymanek çêkirine.

Li gorî nûçeya malpera BasNewsê, berpirsên paye bilind ê YNKê Pavel Talebanî, Aras Cengî û Lahor Talebanî ji bo rê li ber çûna rêxistina Haşdî Şabî li Kerkûkê vekin çend daxuyanî belav kirin.

Pavel Talebanî û Aras Cengî û Lahor Talebanî bi munasebeta serxweşiya Mam Celal çûne Bexdayê û li wir li gel hejmarek berpirsên bilind yê Îranê civiyane û di bin tirs û gefê de li gel wan rêkeftinek kirine.

Herwiha daxuyaniyên Pavel Talebanî, Aras Cengî û Lahor Talebanî yên dûhî derbarê Kerkûkê di çarçoveya wê rêkeftinê de bû û amanca wê ew bû ku ji wan re bidin diyar kirin Kurdistan ne yek rêze û rêya çûna Haşdî Şabî bo Kerkûkê xweş bikin.

Hêjayi gotinê ye ku şevê din piştî liv û tevgera artêşa Iraq û rêxistina Haşdî Şabî ya li hemberî Kerkûkê, sivîlên kerkûkî bi çekên xwe daketibûn kolanan û Kosret Resûl Elî jî bi 6 hezar Pêşmerge re çûbû Kerkûkê.

Bi heman mijarî:

Kerkûkî: Hêzên koalîsyona hevpeyman Haşdî Şabî hişyar kirin
Dîplomatê amerîkî: Qasim Silêmanî Haşdî Şabî bera Kerkûkê dide
Cîgirê Serokomar hişyarî da: Bila Haşdî Şabî neçe Kerkûkê
Cîgirê Serokomar Iraqê: Bila hikûmet sînorekî ji Haşdî Şabî re deyne
Neteweyên Yekbûyî rêxistina Haşdî Şabî xiste lîsteyê
Haşdî Şabî li Qeyrewan 3 gund kontrol kirin
Etîketan:
YNK, Rêxistina Haşdî Şabî, Lahor Talebanî, Aras Cengî, Pavel Talebanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de