00:54 22 Hezîran 2018
Necmedîn Kerîm

Kerîm: Ciwanên kerkûkî amade ne bi Pêşmerge re Kerkûkê biparêzin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 30

Walîyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi ciwanên kerkûkî ku ji bo êrişa Haşdî Şabî û artêşa Iraqê ketibûn teyaqûzê hat cem hev.

Walî Necmedîn Kerîm ji bo lîv û tevgera şevê din a artêşa Iraq û Haşdî Şabî serdana enîyên Pêşmerge kir. Kerîm di axaftina xwe de got: “Hêzên Pêşmerge li eniyên xwe tedwîrên xwe zêde kirin. Em bi serokên leşkerî re jî axivîn. Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd jî li Kerkûkê ne. Serokê Kurdistanê Mesût Barzanî bi telefonê rewşa dawî ya Kerkûkê pirsî û min jî ew agahdar kir.”

Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: “Kerkûkî mil dane Pêşmerge û hêzên ewlehî û amade ne Kerkûkê biparêzin. Ti pirsgirêka me bi leşkerê Iraqê re tuneye. Hêvî dikim ev rewş asayî bibe, ji bo ku şer ji her kesî re zirar e. Ev der bajarê me û welatê me ye, hêzên li vir divê kêlî berî kêliyekê vekişin. Salek berê DAIŞê jî xwest aramiya Kerkûkê têk bide, lê hêzên Pêşmerge plana wan tek birin.”  

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Kerîm: Ti hikmê Ebadî û Cibûrî li ser Kerkûkê tuneye
Necmedîn Kerîm: Em bi Rûsyayê bawerin
Kerîm ji Spûtnîkê re: Hêzên kurdî dê nehêlin Artêşa Iraqê têkeve Kerkûkê
Necmedîn Kerîm bang li gelê Kerkûkê kir: Teqe nekin!
Kerîm: Daxwaz ji gelê Kerkûkê dikim ku dengê xwe bi kar bînin
Etîketan:
Rêxistina Haşdî Şabî, Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de