23:36 16 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Iraqê li Kerkûkê

    Cîgirê Wezîrê Pêşmerge: Em tevgera artêşa Iraqê nîyeteke baş nabînin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn ragihand ku hêzên Iraqê li nêzîkî eniyên Pêşmerge dest bi liv û tevgerê kirine û got: "Em di vê tevgerê de niyeteke baş nabînin."

    Cîgirê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kuridstanê Serbest Lezgîn li gel Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gross civiya. Di hevdîtinê de Serbest Lezgîn ragihandiye ku hêzên Iraqê li Şingal, bakûrê Mûsilê û başûrê Kerkûkê li nêzîkî enîyên Pêşmerge dest bi liv û tevgerê kirine û ew niyeta wan baş nabînin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge di hevdîtinê de xetên temasê yên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê û herwiha hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatiye gotûbêjkirin.

    Herwiha Ken Gross jî ragihandiye ku ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin û daxwaz kiriye ku herdu alî jî rê nedin bûyereke nexwestî rû bide.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr
    Helgurd Hîkmet: Ger êrîş bikin, dê bersiva dijwar a Pêşmerge bibînin
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Hêzên Pêşmerge: Em ê Kurdistanê bikin goristana dijminan
    Zebarî: Eger êrişî Kurdistanê bikin Pêşmerge wê bersivê bidin
    Fermandarê Pêşmerge bi vîdyoyekê spasiya Netanyahu kir
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kuridstanê, Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê, Serbest Lezgîn, Ken Gross, KUrdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de