16:02 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Sivîlên Kerkûkê bi çek derketin kolanan: Kosret Resûl bi 6 hezar Pêşmerge re gihîşt bajêr

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 20

    Piştî ku rêxistina Haşdî Şabî derengê şevê li gorî îdîayan ji bo ku êrişî Kerkûkê bike hêza xwe xiste gundê Beşîr ê Tuzxurmatûyê hêza Pêşmerge û sivîlên Kerkûkê ketin teyaqûzê.

    Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi 6 hezar Pêşmerge re û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd jî bi hêzeke mezin a Pêşmerge ber bi bajarê Kerkûkê ketin rê.

    Mihemed Hecî Mehmûd piştî gihîştina Kerkûkê di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Ti niyeteke me ku em bortek axa Kurdistanê bidin ti kesî tuneye. Hêza Pêşmerge wê bersiva her êrişê bi wêrekî bide. Kerkûk pîroziya Kurdistanê ye. Bila ti kes hewla dagirkirina Kerkûkê neke, Pêşmerge hetanî dawiya dilopa xwîna xwe dê Kerkûk û Kurdistanê biparêze."

    Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ê koalîsyona hevpeymanan jî li herêmê li ser eniyên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê bênavber firiyan.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Bahçeli: Piştî 81 Duzceyê 82 Kerkûk û 83 jî Mûsil e
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Mihemed Hecî Mehmûd, Kosret Resûl Elî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de