17:53 11 Kanûn 2017
Zindî
    Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

    Barzanî: Amerîka û civaka navnetweyî hişt ku Bexda van biryaran bide

    © AP Photo/ Alice Martins
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rexne li helwesta Amerîkayê û civaka navnetewî li dijî referandûmê kir û ragihand ku vê helwestê rê li ber Bexdayê vekir ku dorpêçê bixe ser Kurdistanê.

    Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got: "Me çaverê dikir ku wan piştgiriya danûstandinên aştiyane di navbera me û Bexdayê de li pêşiya referandûmê û piştî wê kiriban, lê hikûmeta Iraqê û serokwezîr berî referandûmê gotibû ku ew ne niha û ne jî li paşerojê referandûma serxwebûna Kurdistanê qebul nakin. Weha kirin ku ti bijardeya din li pêşiya me nebe ji bilî ku em vegerin xelkê û bizanin ka wan çi dive."

    Barzanîn di berdewamiya axaftina de got: "Me çaverê nedikir ku civaka navnetewî û Amerîka li dijî referandûma bibin, ew alî eger piştgiriya referandûmê nekin jî lê dikarin bê alî ban û serpiriştiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriban û bi rêyên aştiyane pirsgirêk çareser kiriban."

    Bi heman mijarî:

    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Barzanî û hevserokên PYDê hevdîtin pêk anîn
    Barzanî: Bi tu awayî li ser hilweşandina encamên referandûmê nefikirin
    Barzanî di derbarê Tirkiye û Bexdayê de daxuyaniyek da
    Hikûmeta Bexdayê 4 xalên civîna Barzanî red kir
    Barzanî û cîgirên Serokkomarê Iraqê li ser 4 xalan li hev kir
    Etîketan:
    Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de