19:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Artêşa Amerîkayê li Kurdistanê baregeheke xwe vala kir

    © AP Photo/ Mindaugas Kulbis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Artêşa Amerîkayê ku weke hêzeke piştgirî li navçeya Mexmûr a li başûrê Hewlêrê hatibûn bicihkirin duhî ji navçeyê vekişiyan û binkeya xwe radestî hêzên Pêşmerge kirin.

    Fermandarê Mîhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, Sîrwan Barzanî di daxuyaniya xwe ya Rûdawê de vekişandina hêzên Pêşmerge ji Mexmûrê piştrast kiriye. Barzanî got: "Berî destpêkirina operasyona kontrolkirina Hewîceyê, Amerîkayê daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku binkeyeke serbazî bidin wan, da ku çavdêriya operasyona kontrolkirina Hewîceyê bikin. Weke hêzeke piştevanî û tenê bo heyama 3 hefteyan binkeyek bi wan hat dan."

    Sîrwan Barzanî amaje bi wê kir ku vekişîna hêzên amerîkî ji ber bidawîhatina dema mana wan hêzan li binkeya serbazî ya li Mexmûrê ye û got: "Niha dema wê bi dawî hatiye û Hewîce jî hatiye kontrolkirin, ji ber wê jî ew hêz li wê derê namînin."

    Di wê kampa leşkerî de 40 serbazên amerîkî û 20 serbazên fransî diman û çavdêriya operasyona kontrolkirina Hewîceyê dikirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Amerîkayê di êrişa ezmanî de li leşkerên afxanî xist
    Senatorê Rûsî: Rûsya li hember moşekên Amerîkayê piştgiriya artêşa Sûriyê nake
    Artêşa Amerîkayê li bakurê Mûsilê çeperên DAIŞê topbaran kir
    Artêşa Iraqê derewand: Amerîkayê bi şaşî êrîş nekiriye
    Amerîkayê operasyona Artêşa Tirkiyayê ya li Sûriyayê piştrast kir
    Etîketan:
    Amerîka baregeheke xwe li Kurdistanê vala kir, Fermandarê Mîhwera Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, Sîrwan Barzanî, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de