10:22 24 Hezîran 2018
Leşkerên Artêşa Iraqê li Kerkûkê

Hewramî: Heşdî Şebî kom bûye, plana êrîşa beşeke Kerkûkê dike

© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şewirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê berpirsê Pêwendiyên Siyasî Hêmin Hewramî, ragihand ku hin agahî hatine ber destê wan ku hêzên Heşdî Şebî kom bûne û plan dikin êrîşî beşeke ji Kerkûkê bikin.

Hewramî li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Twitterê ragihand, "Agahî hene ku hêzên Heşdî Şeibî li Beşîr û Tazayê yên li başûrê Kerkûkê kom bûne. Plan dikin ku êrîşî beşeke ji Kerkûkê û zeviyên petrolê bikin."

​Herwiha li ser medya civakî hin parvekirin hatin kirin ku dibêjin, Heşdî Şebî ketiye gundê Beşîr ê Kerkûkê û wêneyên hêzên Heşdî Şebî hatin belavkirin.

Hêmin Hewramî di parvekirineke xwe ya din de jî bal kişand ser wan amadekariyên êrîşa ser Pêşmerge ya polîsên federalî yên Iraqê û Heşdî Şebî ku bi çekên Amerîkî ne û pirs kir, 'Gelo dê helwesta hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li hemberî êrîşa ser Pêşmerge çi be?'

Hewramî herwiha ragihand, hêza Pêşmergeyên bi çekên giran û bi hezaran xwebexş ji êrîşeke çaverêkîrî ya Heşda Şebî bi ser Kerkûkê de, amade de berevaniyê bikin û êrîşan beralî bikin û çend wêneyên wan amadekariyan jî parve kirin.

​Di vîdyoyeke hatiye parvekirin de, amadekariyên hêzên Iraqî xuya dikin.

​Li gor hinek parvekirinên ser medya civakî, hêzên Heşdî Şebî ketine gundê Beşîr, lê ew agahî hîn nehatine piştrastkirin û ti daxuyaniyeke fermî li ser nehatiye dayîn.

Bi heman mijarî:

Li Sûriyê 3 êrîşên bombeyî: Bi dehan sivîlan can da
Artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê bû
Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
Helgurd Hîkmet: Ger êrîş bikin, dê bersiva dijwar a Pêşmerge bibînin
Rûsya: Vekişîna Amerîkayê ji UNESCOyê em xemgîn kirin
Etîketan:
İraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de