17:58 11 Kanûn 2017
Zindî
    Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY)

    Ji NYyê daxuyaniya 'bikaranîna hêzê' li ser Herêma Kurdistanê

    © REUTERS/ Shannon Stapleton
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq, daxwaza gotûbêjê li Bexda û Hewlêrê kir û li ser îhtîmala bikaranîna hêzê got, 'Em dixwazin pirsgirêk bi rêya dîyalogê were çareserkirin'.

    Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyênn Yekbûyî (NY) Ferhan Heq ji televizyona Rûdawê ya li Herêma Kurdistanê weşanê dike re ragihand ku ew daxwazin Bexda û Hewlêr bi dîyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin û got, 'Şerê li navçeyên madeya 140î li dijî helwesta navdewletî ye.'

    'EM DIXWAZIN PIRSGIRÊK BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIBIN'

    Ferhan Heq wiha axivî, "Ti welatekî Neteweyên Yekbûyî piştevaniyê li bikaranîna hêzê bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybet li navçeyên madeya 140 nake."

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê herwiha da xuyakirin: "Nûnerê me li Iraqê heye ku ligel aliyên pêwendîdar di pêwendiyê de ye, em dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevhatinê werin çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Kargeha cebilxaneya DAIŞê hat ruxandin
    Helgurd Hîkmet: Ger êrîş bikin, dê bersiva dijwar a Pêşmerge bibînin
    Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
    Goran û Komel: Em hemû hewlên serkirdayetiya siyasî red dikin
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Kuştina fermandarekî DAIŞê 30 jin bî hiştin
    Etîketan:
    Neteweyên Yekbûyî, NY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de