17:57 11 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet

    Helgurd Hîkmet: Ger êrîş bikin, dê bersiva dijwar a Pêşmerge bibînin

    © Sputnik/ Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet ji Spûtnîk Kurdistanê li ser helwesta Pêşmerge ya li hemberî gef û êrîşên ser Herêma Kurdistanê axivî û got, ‘Pêşmerge ji bo her gef û êrîşeke ser erda Kurdistanê amade ye bi tundî bersivê bide.'

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet, ji Spûtnîk Kurdistanê re li ser daxuyaniya Encumena Bilind a Asayîşa Herêma Kurdistanê ya 11ê Cotmehê ku ragihandibû, zanyariyên êrîşkirina ser Kerkûkê û hin deverên Mûsilê li Herêma Kurdistanê gihîştine wan, axivî.

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge diyar kir, "Hêza pêşmerge ne niha gelek ji mêj ve xwe amade kiriye ji bo her gefxwarin û êrîşekê bo ser xaka herêma Kurdistanê."

    ‘GER ÊRÎŞ BIKIN DÊ BERSIVA DIJWAR A PÊŞMERGE BIBÎNIN'

    Hîkmet got, "Em hêvî dikin ti êrîş çênebin, lê eger êrîş jî çêbû wê demê hêza Pêşmerge wê nîşan bide çi bersiveke tund û dijwar ji wan re bide."

    Berdevkê Wezareta Pêşmegergeyên Herêma Kurdistanê Helgurd Hîkmet wiha bersiva pirsên me da:

    • Wek Wezareta Pêşmerge ti têbînî li ser bizavên artêşa Iraqê hene li navçeyên Musil û Kerkûkê? Ti hewildanên wan bi ser sengerên pêşmerge de hene?

    "Em çi zanyariyan li ser daxuyanya civata bilinda ewlehyê li herêma kurdistanê zêde nakîn jiber ku guman têde nîne wan zanyarî liber dest hene jiber wê yekê ew daxuyanî da, lê tenê em di bêjîn hêza pêşmerge amadeye bo her eger û rewşeke nû ku ji alyê Iraqê ve çê bibe.

    • Di van rojan de basê wê yekê hat kirin ku hikumeta Iraqê hewil dide bi rêya Tirkiye û Îranê deriyên sînor kontrol bike. Gelo hikumeta Herêma Kurdistanê rê dide tiştek wiha çêbibe?

    'EM HEWLÊN KONTROLKIRINA DERIYÊN SÎNORÊ KURDISTANÊ QEBÛL NAKIN'

    "Mijar hinekî girêdayî rêkeftinên siyasî ye, lê rast e behseke wiha heye ku dibêjin plan e, lê her karekî li derveyî sînorê Kurdistanê bê kirin peywendiya wê bi me ve nîne. Lê belê eger hewlek hebe ku deriyên sînorî di nav xaka herêma Kurdistanê de kontrol bike, em wî karî qebul nakîn. Bi rastî ev mijar mijareke siyasî ye û divê civaka navdewletî bê deng nebe û rê nede xelkê Kurdistanê bê dorpêçkirin. Niha em di çaxê mafê mirovan û mirov dostiyê de dijîn eger miletek daxwaza mafê xwe bike çawa wê dorpêç bikin û rê li ser bigirin."

    • Çi hemahengî di navbera Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Iraqê de heye, bi taybet di eniyên şer de?

    'EBADÎ RÊ NEDA PÊŞMERGE BEŞDARÎ RIZGARKIRINA HEWÎCE BIBE'

    "Berî niha rêkeftinek di navbera serok Barzanî û serok wezîrên Iraqê de hebû. Ew rêkeftin sedema xurtkirina hemahangî û têkiliyan bû di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de. Lê ew rêkeftin niha hinekî kal bûye û Iraq ji aliyê xwe ve pêgîriyê pê nake. Bo nimûne di şerê rizgarkirina Hewîce de li nêzîk Kerkûkê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê rê neda hêza pêşmerge beşdar be."

    Bi heman mijarî:

    Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
    Goran û Komel: Em hemû hewlên serkirdayetiya siyasî red dikin
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Iraqê mercên xwe ji bo diyaloga li gel Kurdistanê eşkere kirin
    Kuştina fermandarekî DAIŞê 30 jin bî hiştin
    Li Sêrtê teqîn pêk hat
    Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî: Birîna petrola Kurdistanê dê bandorê Îtalyayê jî bike
    Amerîka ji UNESCOyê vedikişe
    Etîketan:
    İraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de