17:57 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Goran û Komel: Em hemû hewlên serkirdayetiya siyasî red dikin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tevgera Goran û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser metirsî û dorpêçên ser Herêma Kurdistanê yên piştî encamdana referandûma serxwebûnê û gotin, bêyî razîkirina civaka navdewletî û bê amadekarî hatiye kirin, em hemû hewlên serkirdayetiya siyasî red dikin.

    Di daxuyaniya Goran û Komelê de ku 12ê Cotmehê hat weşandin de, hat gotin, "Îro gelê me li başûrê Kurdistanê li hember metirsyek cidî de ye ku dibe ku bibe sedema ji destdana destkeftiyên me û bi heder çûna xwîn û keda bi hezara xebatkar û qurbanîdana xelkê Kurdistanê.Ttev ew metirsî jî ji encamê biryarên ne rast û berjewendiyên kesatî û hîzbî bûne. Yek ji wan biryarên ne rast redkirina pêş desteyên civaka nêvdewletî bûn li gel hewlên navxweyî û encamdana refrandûmê divê qonaxê de bê ku amadekarî jê re bên kirin."

    ‘EM HEMÛ HEWLÊN SERKIRDAYETIYA SIYASÎ QEBÛL NAKIN'

    Goran û Komelê di daxuyaniya xwe de gotin, "Biryara referandûmê tenê ji aliyê serkirdayetiya çend partiyên siyasî ve hatiye dayîn. Her rojek bi navekî xwe didin naskirin û hîç guh nadin pirsa yekrêziya nîştîmanî û berjewendiyên bilind ên netewî, herweha hin gav avêjtin ku pir metirsiya wan hebû li ser pêşeroja gelê me, bi taybetî kêmkirina rolê saziyên şer'î li Kurdistanê û bikaranîna perleman bo şer'îkirina biryarên kesî û hîzbî û binpêkirina binema û şengistê demokarsî û mafê mirovan, ku di encamê de gurzeke mezin li xewn û armancên gelê me ket ji ber wê em tev wan hewla ret dikin."

    ‘PARTIYÊN KU BIRYARA REFERANDÛMÊ DAN JI HEMÛ METIRSÎYAN BERPIRSIYAR IN'

    Di berdewamê de hat diyarkirin, "Em weku Komela îslamî û Tevgera Goran ku sê yeka perlemanê kurdistanê pêk tînîn û nuneratiya rêjeyeka berçav a gelê Kurdistanê dikin û radigihînin; serkirdayetiya van partiyên siyasî berpirsyar in li hember rûbirûbûna gelê me bi her metirsî û gefxwarnekê û pêwîst e li ser hikumeta federal ya Iraqê ti gava ber bi têkdana aramî û xwîn rêjtina welatiyan nehavêje ji ber ku tenê danûstandin dibin sedema çareseriya pirsgrêka di navbera herêmê û hikumeta federal de."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Iraqê mercên xwe ji bo diyaloga li gel Kurdistanê eşkere kirin
    Kuştina fermandarekî DAIŞê 30 jin bî hiştin
    Li Sêrtê teqîn pêk hat
    Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî: Birîna petrola Kurdistanê dê bandorê Îtalyayê jî bike
    Amerîka ji UNESCOyê vedikişe
    Ji %87ên îdamên li cîhanê li çar welatan pêk tên
    Pûtîn diçe serdana Îranê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de