05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Pankartên referandûma serxwebûna Kurdistanê

    Parlementerê kurd konfederasyon wek baştirîn çare pêşniyar kir

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 19 0 0

    Parlementerekî Komeleya Îslamî ya Kurdistanî hişyarî da ku dengên radîkal û tundrew di şûna parastina yekîtiya Iraqê de dê wê perçe bikin û got," konfederasyon baştirîn çareya ji qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê re ye."

    Parlementerê Komeleyê bi televiyzona iraqî ya bi navê Al Sumariyê re axivî û got," ramana konfederasyonê wek alternatîveke cihêbûnê niha tê nîqaşkirin û divê were fêmkirin daku çareserî ji qeyranê re were peydakirin… Îro em li pêşberî du rêyan in; an bi temamî dê cihê bibin an jî dê bi şêweyeke ji bilî federasyonê em ê bi hev re bimînin.  Teqez e ku em ê ya herî zirara wê kêmtir û hêsantir bibijêrin."

    Herwiha parlementerî derbarê konfederasyonê de wiha got: Ew dê temsîlyeta dewleta kurdî li NYyê dabîn bike lê di heman demê de dê beşek ji Iraqê be û berjewndiyên wan ên hevpar hebin."

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    HDP derbarê referandûma Kurdistanê de daxuyanî da
    Lêkolîna RTyê: Gelo dê referandûma serxwebûnê li herêmê rageşiyê zêdetir bike?
    Futbolîzê Barcelonayê piştgirî da referandûma serxwebûnê
    TEV-DEMê derbarê referandûma Katalonyayê de daxuyanî da
    Etîketan:
    Komeleya Îslamî ya Kurdistanî, IRAQ, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de