14:31 18 Hezîran 2018
Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berpirsyar e ji çi şerekî di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan de çêbibe û destnîşan kir ku berî referandûma serxwebûna Kurdistanê bi du mehan gotûbêjên nepenî di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê de çêbûne.

Hikûmeta li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û tê de wiha got: Ebadî berpirsyarê rageşiya leşkerî ye li herêmên nakok ku wî hêzên Pêşmerge tehdîd kirin û ji wan xwest ku li pêşberî artêş û hêzên iraqî li wan herêman ranewiste."

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev "kirarên  sizaker" ên li dijî Kurdistanê tên sepandin, di encama gotûbêjên nepenî di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê hatiye sepandin.

Li gorî daxuyanî ev gotûbêjên nepenî yên di navbera hersê welatan de hatine kirin, 2 mehan berî referandûma serxwebûnê pêk hatine û li gorî wê biryara dorpêçê li ser Kurdistanê hatiye dayîn.

Ji aliyê din ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqez kir ku amade ne gotûbêjan li gorî destûra Iraqê ji bo deriyên sînorî, têkiliyên bazirganî, xizmetguzarî, banka û balafirgehan û kêşeyên din jî bi hikûmeta Bexdayê re bikin."

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

'Îsraîl nîvê petrola Kurdistanê dikire'
‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'
Aktîvîstên frensî: Bila Fransa alîkariya Kurdistanê bike
Îran: Serxwebûna Herêma Kurdistanê agirekî nû ye û siyaseta siyonîzmê ye
Dibe Trump piştgirekî serxwebûna Kurdistanê bike Wezîrê Derve yê Amerîkayê
Parlamentoya Îranê ji bo referandûma Kurdistanê civiya
'Referandûma Kurdistanê her dê rewşa kurdan ji ya niha baştir bike'
Etîketan:
Hikûmeta Kurdistanê, Tirkiye, Îran, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de