21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 87 0 0

    Fermandarê Wezareta Pêşmerge Ferîq Mihemed Cemîlî îro pêncşemê ragihand ku girtina rêya navbera Herêma Kurdistanê û Mûsilê duh bi şev, tevdîrek bû ji bo rê li ber xeterên li ser herêmê bigirin."

    Li gorî medyaya herêmê Kurdistanê, Cemîlî di daxuyaniyekê de gotiye: "girtina rêya  Hewlêr û Duhokê ber bi Mûsilê ve şevê din, gaveke bergiriyê ya Hêzên Pêşmege bû daku rê li ber her xetereke muhtemel were girtin."

    Herwiha fermandarê pêşmerge diyar kir ku hêzên wan îro piştî nîvro dest bi vekirina rê kir û wiha dewam kir: "Armanca wê ew bû ku amade bin ji rewşên lezgîn li dijî Kurdistanê."

    Duh piştî Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê hişyar dabû ku amadekarî hene ku Heşdî Şeibî û Artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê bikin, Hêzên Pêşmergerêya navbera Herêma Kurdistanê û Mûsilê girtibû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Nêzîkî 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr perwerdeyê dibînin'
    'Niha ti bijardeyeke leşkerî ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê tune ye'
    Rûsya bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan dan
    ‘Krûvazora Amerîkî li hemberî Koreya Bakur bêkêr e'
    Li Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Kerkûkî: Hêzên koalîsyona hevpeyman Haşdî Şabî hişyar kirin
    Etîketan:
    Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê, Mihemed Cemîl, Duhok, Hewlêr, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de