18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Pîlot

    ‘Nêzîkî 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr perwerdeyê dibînin'

    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    136520

    Li gorî îdîaya malpera Jews Newsê ku dispêre çavkaniyên nediyar, 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr perwerdeyê dibînin.

    Malpera Jews Newsê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku nêzîkî 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr tên perwerdekirin ji bo şerê li dijî Bexdayê û wiha dewam kir: "Çekên berevaniya hewayî, topxaneyên menzîldirêj, helîkopter û balafirên şerî bo Hewlêrê diçin û ji bo şerekî berfireh li dijî Iraq û Îranê."

    Herwiha li gorî heman çavkaniyê Netenyahu bi awayekî bi rêk û pêk serdana Hewlêrê dike ku di sê munasebetên cuda de bi Barzanî re civiyaye û jê re teqez kiriye ku şer çêbibe, Îsraîl dê piştgiriya Kurdistanê bike.

    Hêjayî gotinê ye ku heta niha derbarê têkiliya Kurdistan û Îsraîlê û perwerdeya pîlotên kurd de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Pêşmerge: Em ê Kurdistanê bikin goristana dijminan
    Zebarî: Eger êrişî Kurdistanê bikin Pêşmerge wê bersivê bidin
    Fermandarê Pêşmerge bi vîdyoyekê spasiya Netanyahu kir
    Berdevkê Pêşmerge bi tundî bersiva serokwezîr da
    Barzanî li Kerkûkê bi fermandarên hêzên Pêşmerge re civiya
    Etîketan:
    200 pîlotên kurd li Îsraîlê perwerde dibin, Malpera Jews News, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de