05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Kemal Kerkûkî

    Kerkûkî: Hêzên koalîsyona hevpeyman Haşdî Şabî hişyar kirin

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 129 0 0

    Fermandarê Pêşmerge yê êniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand ku Haşdî Şabî dixwest xeletiyeke bike, lê hêzên koalîsyona hevpeyman ew hişyar kirin.

    Kemal Kerkûkî di axaftina xwe ya K24ê de got: "Şevê din Haşdî Şabî çekên giran li hember eniya rojavayê Kerkûkê danîbûn û hin hêz jî bo navçeya Beşîr rêkiribûn. Ji ber vê jî hêzên Pêşmerge li eniya Zerge di amadebaşiyê de bûn. Berî wê jî em ji hemû astan de hatibûn agahdar kirin ku Haşdî Şabî dixwaze xeletiyekê bike. Eger ew xeletî kiriban wê demê dê şereke mezin pêkbihata. Ji ber Pêşmerge amade nîne axa xwe ji bo wan bicîh bihêle û ji bo her rewşekê jî hêzên Pêşmerge amadeye û dê bersiva tund bide wan."

    Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji duhî ve balefirên hêzên hevpeyman di tevgerê de ne li hember gefên Haşdî Şabî. Ez bawerim her wan bi xwe ew hişyar kirine ku ti xeletiyan nekin. Ji ber ew naxwazin pirsgirêkek derbikeve. Ji ber vê jî Haşdî Şabî heta naha bêdeng e û nikarin ti tiştekê bikin."

    Fermandar Kerkûkî got: "Iraq dixwaze hemû navçe bikevin bin desthilata wan, lê ew rastî şokê hatin û pêwîste werin hişyar kirin. Heta têne ser heşê xwe jî em ê bi aramî li gel wan danûstandinê bikin. Eger pirsgirêka wan li gel referandûmê heye, pêwîste bi diyalog û guftûgo çareser bikin û rêz li îradeya gelê Kurdistanê bigrin."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Tirk ê li Bexdayê: Divê Kerkûkî biryara siberoja Kerkûkê bidin
    Kemal Kerkûkî: "Heşdî Şebî nikare li Kurdistanê bimîne"
    Kerkûkî: Ti dewlet ne dijî serxwebûna Kurdistanê ye
    YNK:'Kerkûkî dixwazin bibin perçeyekî Herêma Kurdistanê'
    Kerkûkî:'Cebilxaneya DAIŞê hat teqandin'
    Kerkûkî: 'Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe'
    Etîketan:
    Fermandarê Pêşmerge yê eniya rojavayê Kerkûkê, Rêxistina Haşdî Şabî, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de