07:04 14 Kanûn 2017
Zindî
    Şahoz Hesen

    Hevserokê PYDê: Em piştgirî didin îradeya Kurdistanê û divê her kes jî rêzê bigre

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    110

    Hevserokê PYDê Şahoz Hesen di axaftina xwe de ragihand ku em piştgiriya îradeya xelkê Kurdistanê dikin û divê her kes jî rêzê liv ê îradeyê bigre.

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen di axaftina xwe ya televîzyona K24ê de got: "Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye ji pêşketinên Herêma Kurdistan û Rojava dilgiran bûne, di sedsala derbasbûyî de her xwestine zirarê bidin kurdan. Li her cihê ku gel bixwaze çarenivîsa xwe diyar bike em piştgiriyê didin û divê her kes jî rêzê li vê îrade yê bigre."

    Şahoz Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi şer û gefan kêşe çareser nabin, divê rêya diyalogê were vekirin. Eger Rûsya û rêjîma Sûriyeyê dixwazin bi cidî pirsa kurdan li Sûriyeyê çareser bikin, em ji diyalogê re amade ne, lê civîn tenê ji bo civînan

    wê ti mifa jê nebe."
    Hesen di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pêwendiyên ligel ENKSê jî got: "Em amade ne bi ENKSê re lihev bikin, lê ENKSê ne amade ye û niha li Rojava sîstemeke demokratîk hatiye avakirin û gellek aliyên Kurdî têde beşdar in û ENKSê jî dikare beşdar bibe. Ne mumkine em vegerin rêkeftinên berê yên ENKSê û ji nû ve dest pê bikin."

    Bi heman mijarî:

    PYD kongreya xwe ya 7mîn li dar dixe
    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    PYD: Leşkerên tirk neketine Kobaneyê
    PYD li dijî êrişên Tirkiyeyê banga yekîtiya neteweyî kir
    Erdogan: Em nahêlin PYD dewletê ava bike
    Etîketan:
    Serxwebûna Kurdistanê, PYD, ENKS, Şahoz Hesen, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de