23:20 16 Kanûn 2017
Zindî
    Erebîstana Siûdî

    Nivîskarê Siûdî: Ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre

    © Flickr/ Tijl Vercaemer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    110

    Nivîskarê Erebîstana Siûdî Tofîq Seyf di gotara xwe de mijara serxwebûnê nirxand û ragihand ku ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre.

    Nivîskarê Erebîstana Siûdî Tofîq Seyf di gotara xwe ya rojnameya Şerq-el Ewsedê de mijara serxwebûnê nirxand û got: "Divê hikûmeta Iraqê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê rêyeke bi aqîlane bimeşîne û rêvebiriya Hewlêrê jî diyalogeke çareserî esas bigre."

    Tofîq Seyf di berdewamiya nivîsa xwe de polîtîkayên tund ê Bexdayê li hemberî Kurdistanê rexne kir û got: "Mûeyîdeyên siyasî û ekonomîk ên dijî Kurdistanê wê ji xewna serxwebûna dûr naxe. Ti kes nikare Herêma Kurdistanê vegerîne sîstema berê ya federalî, ji bo ku rewşa kurdan a piştî referandûmê ji ya berê baştir e."

    Piştî ku Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûnê li dar xist, hikûmeta navendî ya Bexdayê betalkirina firînên balafirxaneya Hewlêr û Silêmaniyê jî di nav de hinek mûeyîdeyên ekonomîk sepandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Erebîstana Siûdî: Serxwebûn mafê rewa yê Kurdistanê ye
    Ji Erebîstana Siûdî bo Qetarê: Ev îlana şer e
    Muqteda Sadr piştî 11 salan serdana Erebîstana Siûdî kir
    Ji Îranê bo rêvebiriya Erebîstana Siûdî daxuyaniyeke tund: ‘Dewleta terorîst'
    Mixalîfên piştgiriya Erebîstana Siûdî digirin: Divê agirbest berfirehtir be
    Etîketan:
    Nivîskarê rojnameya Şerq-el Ewsed, Tofîq Seyf, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de