18:21 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Qasim Silêmanî

    Dîplomatê amerîkî: Qasim Silêmanî Haşdî Şabî bera Kerkûkê dide

    © AFP 2017/ ISNA/MEHDI GHASEMI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    110101

    Dîplomatê amerîkî ku berê Balyozê Amerîkayê li Iraqê bû Zalmay Xelîlzad ragihand ku Qasim Silêmanî rêxistina Haşdî Şabî har dike ku êrişî Kerkûk û hinek herêmên Mûsilê bike.

    Zalmay Xelîlzad li ser hisaba xwe yê twitterê rexne li Îranê kir û got: "Îran dixwaze bi rêya Haşdî Şabî êrişî Herêma Kurdistanê bike. Fermandarê Hêza Quds (a Supaya Pasdaran) Qasim Sulêymanî li Iraqê ye û Haşdî Şabî har dike ku êrişî Kerkûkê bikin."

    Xelîlzad di berdewamiya peyama xwe de daxwaz ji Washîngtonê dike ku bê bandor nemine û dibêje: "Divê Amerîka bê bandor nemine ji bo ku rê li ber pevçûnê bigre. Egera çêbûna aloziyan di navbera hêzên Iraqê û Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve diçe."

    Bi heman mijarî:

    Zalmay Xelîlzad: Divê serxwebûn bibe armanca sereke
    Li gorî anketan rayên AKPê daketine derdora ji sedî 34an
    Hikûmeta Iraqê: Ti planeke me ya leşkerî bo êrişa Kurdistanê tuneye
    Moskow: Moşekên THAADê ku Amerîkayê li Korey Başûr bi cih kirine Rûsya û Çînê hedef digre
    Zebarî: Eger êrişî Kurdistanê bikin Pêşmerge wê bersivê bidin
    Etîketan:
    Balyozê Amerîkayê yê berê li Iraqê, Zalmay Xelîlzad, Qasim Silêmanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de