13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojnamevan Arif Zêrevan

    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 31430

    Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke lezgîn ragihand ku agahî û peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî bi taybet ji Heşda Şebî gihîştine wan û dixwazin êrîşeke mezin bi ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê de bikin.

    Di daxuyaniya ku şeva 11ê Cotmehê li ser hesabê fermî yê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê hat weşandin de wekî bangeke lezgîn hat gotin, "Heşda Şebî û Polîsê Federalî amadekariyan dikin bo êrişeke mezin li başûr û rojavayê Kerkûkê û bakurê Mûsilê bo ser Kurdistanê bikin."

    ‘JI BER AMADEKARIYÊN PÊŞMERGE BERIYA REFERANDÛMÊ CESARET NEKIRIN ÊRÎŞ BIKIN'

    Rojnamevanê Kurd Arif Zêrevan ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve dişopîne li ser daxuyaniya Encûmena Asayîşa Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistanê re got, "Dema ko Kurdistanê biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê da hesabê îhtimala şerekî li nêzîkî Kerkûkê digel Heşda Şebî jî kir. Texmîna me ew bû ko berî referandumê dê êriş bikin lê belê ji ber amadekariya xurt ya pêşmergeyên Kurdistanê cesaret nekirin êriş bikin."

    ‘GER ÊRÎŞÎ KERKÛKÊ Û MÛSILÊ BIKIN, DÊ CÎHAN PIŞTGIRIYA KURDISTANÊ BIKE'

    Zêrevan bal kişand ser êrîşeke çaverêkirî û da xuyakirin, "Heger Heşda Şebî li Kerkûkê û Mûsilê êrişî Kurdistanê bike di demekê kurt de xelk dê bibîne ku cîhan dê piştgiriya Kurdistanê bike. Pêşmergeyên Kurdistanê jî dê bi gul û çîçekan pêşwaziyê li Heşda Şebî û ordiya Iraqê nekin."

    ‘BEXDA CESARETÊ JI PIŞTGIRIYA ÎRANÊ DISTÎNE'

    Rojnamevanê Kurd destnîşan kir, "Hikûmeta Iraqê niho cesaretê ji tehdîd û piştgiriya Îranê werdigire û dixwaze êrişî Kerkûkê bike. Heta niho Kurdistanê bersiva tehdîdên Îranê û nemaze tehdîdên Tirkiyeyê nedaye. Bêdengiya Kurdistanê ne ji lawaziya wê ye lê belê ji bo amadekirina zemînê diyaloga digel Bexdayê ye."

    ‘IRAQ, ÎRAN Û TIRKIYE JI HELWESTA AMERÎKAYÊ CESARETÊ DISTÎNIN'

    Arif Zêrevan herwiha dibêje, "Iraq, Îran û Tirkiye jî cesaretê ji helwêsta Emerîkayê û civaka nêvdewletî ya li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê werdigirin. Dema ko mirov li daxuyaniyên aşkera yên cihanê dinêre dibêje qey Kurdistan di rewşeka bêçare de ye lê belê rastî tişteka dî ye."

    ‘HEŞDA ŞEBÎ ÊRÎŞ BIKE, DÊ AMERÎKA WEK ÊRÎŞA ÎRANÊ YA SER KURDISTANÊ BIHESIBÎNE'

    Zêrevan da zanîn ku 'Kurdistan ji aliyê cografîk ve bi Tirkiye, Îran û Iraqê dorpêçkirî be jî pozîsyona wê ji ya van dewletan hemiyan xurttir e' û wiha pê de çû: "Serê Îranê û Tirkiyeyê bi Amerîkayê re di belayeke mezin de ye. Heşda Şebî êrişî Kurdistanê bike dê yekser wekî ku Îranê êrişî Kurdistanê kiriye bê hesibandin. Li Kurdistanê li gelek cihan û li Kerkûkê jî basên eskerî yên Emerîkayê hene. Dinya qebûl bike ku Iraq hinek zordariyê li Kurdistanê bike jî rê nade ku Iraq ji aliyê eskerî ve êrişî Kurdistanê bike."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Dê bi welatên DCSê re veguhastina agahiyên dijî terorê berdewam be
    Hikûmeta Kurdistanê: Ebadî bi piştgiriya Kurdan hat, bila sozên xwe bicih bîne
    ‘Sûriye bibe Konfederasyon dê pirsgirêkên welat çareser bibin’
    Asayîşa Kurdistanê daxuyanî da: Hêzên Iraqî amadekariya êrîşê dikin
    Rûhanî: Em ji kurdan hez dikin lê divê berdêla şaşiyên xwe bidin
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Nîskên kevnar ên li Kurdistanê hatin dîtin guhertina di civakê de rave kir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de