08:25 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Parlamento - Mele Mistefa Barzanî

    Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê 4 biryarên girîng dan

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17320

    Piştî civîna Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku îro 11ê Cotmehê civiya, nav wekî Encumena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê hat guhertin û li ser pêşhatên piştî referandûma serxwebûnê jî 4 biryar hatin dayîn.

    Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê bi daxuyaniyekê ragihand ku navê Serkirdayetiya Siyasî ya Herêma Kurdistan-Iraqê bi navê Encumena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê hatiye guhertin û beşdarên encûmenê 4 biryar girtine.

    Hat ragihandin ku di civînê de, guhertinên dawî yên siyasî û karvedanên navdewletî û herêmî û Iraqî li beramber referandûmê hatine guftûgo kirin û gihîştine çend encaman ku bi 4 xalan hatine ravekirin.

    Di civînê de 4 biryarên bi navê Encûmena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê hatine wergirtin wiha ne:

    ‘DIVÊ DIYALOGA BI BEXDAYÊ RE BÊ PÊŞMERC Û SIZADAN BE'

    Yekem: Civînê de, amadebûyan pabendî îradeya gelê Kurdistane ku li rêya beşdarbûn û dengdana li referandûma 25ê Eylûla 2017 bi azadane der biriye. Herwiha bicîhkirina encamên referandûmê li ruyê zemenî ve bende bi diyalogekî binyatner û lêpirsiyane. Ji bo wê yekê civînê de, amadehiya xwe ji bo destpêkirina diyalogekî vekirî ligel Bexda bi bê pêşmerc û bi bê sizadan û abluqeyê û her wiha rexsandina dema pêwîst ji bo serxistinê derbirîn.

    ‘SEPANDINA SIZAYAN NEYASAYÎ Û NEBERPIRSIYARANE YE'

    Duyem: Sepandina sizayê li ser gelê Kurdistanê neyasayî û neberpirsiyaraneye û aloztir kirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya hîç aliyek nake.

    BANG LI RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ Û HEVPEYMANIYÊ HAT KIRIN

    Sêyem: Civînê de bi raya giştî ya cîhanî û hevpeymaniya navdewletî radigihîne ku gelê Kurdistanê rûbirûyê abluqe û sizadana bi komel û gefa bikaranîna hêzê hate kirin û eve rewşa mirovî û jiyana xelk û koçberan li Iraq û Kurdistanê dibe qonaxekî metirsîdar û daxwaz dike sînorek ji bo vê gef û ablûqe û sizadana bi komel bê danîn.

    NAVÊ SERKIRDAYETIYA SIYASÎ HAT GUHERTIN

    Çarem: Amadebûyên civînê biryarê dan civîna hizb û aliyên siyasiyan li bin navê Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê berdewam bê.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Em ji kurdan hez dikin lê divê berdêla şaşiyên xwe bidin
    Zanyaran sedema pabendiya seksê keşif kir
    Nîskên kevnar ên li Kurdistanê hatin dîtin guhertina di civakê de rave kir
    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Li gel dorpêç û mueyideyan, Herêma Kurdistanê pereyên xwe yên petrolê bê kêmasî dan
    Di dîroka Îranê de cara yekemîn e kurdek dibe parêzgarê wî bajarî
    Siyasetmedarê kurd Onen: Kurdistana serbixwe heqîqetek e
    Keleheke din a DAIŞê ket
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de