14:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    PDKê biryara ji bo veger û nevegera xwe yê parlamentoya Iraqê da

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 00

    Fraksyona PDKê biryar da ku venegere Bexdayê û beşdarî di civînên parlamentoya Iraqê de neke.

    Berdevkê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di parlamentoya Iraqê de Rênas Cano ragihand ku fraksyona wan biryar daye ku nevegere Bexdayê.

    Rênas Cano got, ev biryar di civîna îro ya Fraksyona PDKê de hat dan ku li Hewlêrê birêve çû.

    Cano tekez kir ku wan ji bo vegera parlamentoya Iraqê mercê wan heye û destnîşan kir ku heta hikûmet û parlamentoya Iraqê pêdeçûnê bi biryarên xwe nekin û biryarên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê hilneweşînin, Fraksyona PDKê amade nîne ku vegere Bexdayê.

    Berdevkê Fraksyona PDKê biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê weke cezakirina xelkê Kurdistanê bi nav kir û diyar kir ku ew pêngavên Bexda li dijî Herêma Kurdistanê û xelkê Kurd cîbicî dike, rewşê aloztir û xiabtir dikin û daxwaz kir, ku hikûmet û parlamentoya Iraqê dest ji wan pêngavên li dijî Kurd berdin.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    ‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'
    'Herin dewleta xwe, ne Mesûd û ne referandûma wî, bi kêrî we nayê'
    'Referandûma Herêma Kurdistanê wekî xencerekê li pişta 4 dewletên Îslamê ket'
    Encamên fermî yên referandûma Katalonyayê hatin ragihandin
    Îran: Em li çareseriyekê ji referandûma Kurdistanê re digerin
    Etîketan:
    referandûm, biryar, Rênas Cano, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de