17:55 11 Kanûn 2017
Zindî
    Petrol - Nef

    'Îsraîl nîvê petrola Kurdistanê dikire'

    © REUTERS/ Soe Zeya Tun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Dane û agahiyên barkirin û hevdîtinên ku şirketeke pispora analîzên aborî pêk anîbûn destnîşan dikin ku îsal Îsraîl bûye dewleta yekem di kirîna petrola Herêma Kurdistanê de û Îtalya jî bûye ya duyem.

    I24newsê ragihand ku şirketa Clipperdata ya amerîkî ya şopandina barên petrolê yên cîhanê ragihandiye ku di sala 2017an de nêzîkî nîvê petrola ji Kurdistanê hatiye derxistin gihiştiye Îsraîlê.

    Herwiha Îtalya jî di kirîna petrola Kurdistanê de ketiye rêza duyem.

    Birêveberê Lêkolînên Taybet ê Clipperdatayê Matt Smith diyar dike ku şirketa wan di rêya fatûre û girtekên firotinê re barên petrola kurdî ya bi sembola Kerkûkê tê barkirin ku ji keştîgeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê derdikeve dişopînin.

    Smith destnîşan dike ku sembola Kerkûkê li ser nîvê bermîlên petrola xam a tê Îsraîlê heye û ew jî tê wê wateyê ku ew(kurd) in ên ku herî zêde petrola xam difiroşin Îsraîlê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyeyê partîyeke din bi navê Kurdistan tê damezrandin
    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Etîketan:
    petrola xam, petrol, Matt Smith, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de