08:27 13 Kanûn 2017
Zindî
    Leyla Zana

    Leyla Zana: Birêz Talabanî hemû deriyên li pêş kurdan vekirin

    © AFP 2017/ arşiv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentera Parêzgeha Qersê ya HDPê Leyla Zana li parêzgeha Silêmaniyê ji bo şîna Celal Talabanî çû serdana malbata Talabanî û got, "Hemû deriyên li pêş kurdan birêz Talabanî vekirine. Bi çav û guhên xwe dît û bihîst ku 93 ji sedê Kurdan ji bo siberoja xwe biryara xwe daye."

    Parlamentera Parêzgeha Qersê ya HDPê Leyla Zana li parêzgeha Silêmaniyê ji bo şîna Celal Talabanî çû serdana malbata Talabanî û paşê ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da. Zan adi daxuyaniya xwe de diyar kir ku Talabanî tenê ne di pêvajoya çareserî ya van demên dawiyê de, herwisa di salên 1990an û vir ve jî di pêvajoyên aşitî yên li Tirkiyeyê de xwedî roleke mezin bû.

    Leyla Zana dest nişan kir ku Celal Talabanî di navbera dewleta Tirk û Serokê PKKê Abdullah Ocalan de navbeynkarî kiriye û parast ku demên ku çek bêdeng bûne, bi tevkariya Talabanî pêkan bûne.

    Parlamenterê HDPê Zana eşkere kir ku ew ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dereng çûye şîna Talabanî û diyar kir ku Talabanî ji bo gele Kurd serokekî gelekî girîng e û ev titş gotin, "Hemû deriyên li pêş kurdan birêz Talabanî vekirine. Bi çav û guhên xwe dît û bihîst ku 93 ji sedê Kurdan ji bo siberoja xwe biryara xwe daye. Em kurd ti caran nebûn dijminên kesî. Xwedê kesî jî neke dijminê kurdan û mafên mirovan."

    Bi heman mijarî:

    Vîdyoyeke balkeş yê Mam Celal û Kamûran Bedirxan derket holê
    Rêûresma şîna Mam Celal li Kurdistana Îranê jî bi rêve çû
    Ebadî şîn ragihand û beşdarî ti merasîmeke Mam Celal nebû
    'Kosret Resûl li şûna Mam Celal bû sekreterê giştî yê YNKê'
    Baydemir: Wefata Mam Celal hemû aliyên Kurdistanî anîn cem hev
    Barzanî: Ev daxwaza Mam Celal jî bû
    Resûl: Çûyîna Mam Celal zirareke mezin e bo Kurd û Kurdistanê
    Etîketan:
    kurd, Parlamentera HDPê, Leyla Zana, Silêmaniye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de