10:22 13 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Almanyayê pêşniyara navbeynkariyê li Kurdistanê kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Balyozê Almanyayê li Iraqê Siril Nan bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya û ragihand ku welatê wî amade ye ji bo çareseriya qeyrana navbera Hewlêr û Bexdayê de navbeynkariyê bike.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê got: "Gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de deng daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê derxistiye."

    Barzanî roja Sêşem 10.10.2017, li Pîrmamê li gel Balyozê Almanya li Iraqê Sîrîl Nan hevdîtinek civiya.

    Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de Balyozê Almanyayê li Iraqê helwesta welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û karvedanên piştî referandûmê ragihandiye û gotiye ku aramî û silametiya Herêma Kurdistanê ji bo wan gelekî girîng e.

    "REWŞA HEYÎ ZIYANÊ DIGIHÎNE HERDÛ ALIYAN"

    Sîrîl Nan daxwaz kir ku aloziyên di navbera Hewlêr û Bexda de werin çareserkirin û diyar kir ku Almanya amade ye ji bo çareseriyê alîkariyê bide herdu aliyan, ji ber ku ev rewş ziyanê dide herdu aliyan.

    Serok Barzanî jî da xuyakirin ku gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de deng daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê derxistiye.

    Mesûd Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê naxwaze alozî zêde bibin û ew amade ne li gel Bexdayê bêyî merc û bi ajandayekî vekirî guftıgoyê bikin.

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Rêûresma şîna Mam Celal li Kurdistana Îranê jî bi rêve çû
    Parlamenterên AKPeyî giliyê bûrokratan kir
    'Referandûma Herêma Kurdistanê wekî xencerekê li pişta 4 dewletên Îslamê ket'
    Li Hekariyê 31 herêm dîsa hatin qedexekirin
    2 baskên operasyona Bagera Cizîrê gihîştin hev: Kuştî hene
    Li Sûriyeyê balafireke şer ya Rûsyayê ket
    Polîsan êrîşê bîranîna Gara Enqereyê kirin
    Etîketan:
    Siril Nan, Mesûd Barzanî, Almanya, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de