04:24 16 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê - Hewlêr

    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Parlementereke Hevbendiya Dewleta Qanûnê Aliye Nesîfê ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku "fişarên navdewletî li ser hikûmeta Iraqê zêde ne daku qeyrana navbera Hewlêr û Bexdayê were çareserkirin."

    Parlementereke Hevbendiya Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî serokê wê ye, Aliye Nesîfê ji Spûtnîkê re ragihand ku "serdana (Serokê Parlementoya Iraqê) birêz Selîm Cibûrî bo Herêma Kurdistanê û civîna wî bi (Serokê Herêma Kurdistanê) Mesûd Barzanî qeyraneke di parlementoyê de çêkiriye û rojeva nîqaşan rawestandiye heta ku Cibûrî sedemên serdanê eşkere bike."

    Nesîfê diyar kir ku biryar ji parlementoya Iraqê derketiye ku rêz li destûrê û biryara degeha bilind bê girtin lewra nedibû (Cibûrî) biçe serdana Barzanî bike ku ev jî bû sedema qeyranekê di nava parlementoyê de.

    Li gorî parlementera iraqî ragihand, fişareke zêde li Cibûrî çêbûye lewra ew jî axiviye û destnîşan kiriye ku sê sedemên vê serdanê hebûn û ya yekem wiha vegot: "Fişara navdewletî gelekî zêde ne ku ew qeyran were çareserkirin lewra pêwîst bû ku ev tevger bihata kirin".

    "CIVÎNA CIBÛRÎ Û BARZANÎ QEYRANEK DI PARLEMENTOYÊ DE ÇÊKIR"

    Herwiha Nesîmeyê diyar kir ku Serokê Parlementoya Iraqê eşkere kiriye ku ew serdan pêk aniye piştî ku Serokatiya Wezareta Iraqê re şêwiriye û sedemên din jî wiha gotiye: "Herêmên nakok bûn ku wî ji Mesûd Barzanî re gotiye, nikare referandûmê li herêmên nakok bike û fişara li ser eşîrên erebî bûn ku li wir hene û fişareke zêde li ser wan heye ku têkevin nava pergala referandûmê bibin."

    Nesîme diyar kir ku civîna Cibûrî bûye sedema acizî û dilnexweşiya parlementeran.

     

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
    Li Tirkiyeyê partîyeke din bi navê Kurdistan tê damezrandin
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Etîketan:
    Selîm Cibûrî, Mesûd barzanî, Aliye Nesîf, Nûrî El Malikî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de