13:13 21 Hezîran 2018
Deriyê sînorî yê Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê

Wezareta Bazirganiyê ya Kurdistanê derbarê rewşa dergehên sînorî de agahî dan

© REUTERS / Ari Jalal
Kurdistan
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Wezareta Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê îro sêşemê ragihand ku çûnûhatina hemû feriyên sînorî asayî ye û teqez kir ku "tevgera bazirganî li herêmê piştî rizgarkirina Mûsil û deverên din ji DAIŞê zêde bûye."

Birêveberê bazirganiyê li wezaretê Newzad Edhemî ji kanaleke erebî re axivî û destnîşan kir ku "çûnûhatina bazirganî ya hemû dergehên sînorî yên Kurdistanê bi dewletên cîran re asayî ye" û got". Heta vê kêlîkê jî ti kêşeyên bazirganî di dergehên sînorî de çênebûne."

Herwiha Edhemî got: "Tevgera bazirganî li Herêma Kurdistanê li gorî dema berê zêde bûye, nexasim piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê û deverên din ji DAIŞê..bazirganiya navbera Mûsil û deverên rizgarkirî û herêma(Kurdistanê de) bi awayekî berbiçav zêde bûye".

Derbarê buhayiya alav û pêdawîstiyên jiyanê de, Edhem wiha axiviye: "Xwarin û pêdawîstiyên giring buha nebûne û ji sînorên xwe yên normak derbas nebûye".

Ji aliyê din ve, Edhem diyar kir ku "embarên bazirganî yên Herêma Kurdistanê tijî pêdawîstî ne".

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Wezîrê Derve yê Îranê diçe Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê bi nûnerên civaka navdewletî re civîya
‘Referandûma Kurdistanê Enqere û Tehran nêzî hev dike'
Dîplomatê Bosnayî: Referandûma Kurdistanê meşrû ye û ez piştgirî didimê
Etîketan:
bazirganî, Newzad Edhem, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de