13:06 21 Hezîran 2018
Goran

Wezîrên Goranê vedigerin kare xwe yê nav hikûmeta Kurdistanê

© Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî agahiyên Selah Delo Wezîrên Tevgera Goranê yê nav hikûmeta Herêma Kurdistanê vedigerin kare xwe.

Endamê polîtbûroya PDKê Selah Delo di axaftina xwe de ragihand ku PDK û Goran gihîştine qonaxa derbaskirina nakokiyên siyasî û guftûgo di navbera wan de berdewam e û hetanî demeke nêzîk dê wezîrên Goran vegerin ser karên xwe.

Selah Delo di hevpeyvîna xwe ya Basê de got: "PDK û Goran pêwîste qonaxa pirsgirêkan derbas bikin. Ji bo vê armancê jî her du alî berdewamiya guftûgoyan dikin û ew rêkeftina berê li ser pêkanîna hikûmetê me kiribû, yan dê bê nû kirin, yan jî çarçoveyek nû dê bo bê dîtin. Ew jî wezîrên xwe dê vegerînin ser kar ku beşdarî rûniştina parlamentoya Kurdistanê bibin."

Delo di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Di pêşerojê de PDK û Goran çend civînên din dê li gel yek bikin û civîn li ser bingehê bihêz kirina peyvendiyên her du aliyan dê bên kirin. Bo pirsa hikûmetê jî Goran di nav xwe de dê gotûbêjan bike û bersiva PDKê bide. Ji ber ew jî pêwîste beşdarî li kabîneya hikûmetê de bikin."

Bi heman mijarî:

PDK, Goran û Yekgirtûya Îslamî li Silêmaniyê ketin civînê
Goran: Em piştgiriya mafê gelên bindest dikin
Goran û Komeleya Îslamî beşdarbûna parlamentoyê red kirin
'Goran bê şert û merc piştgiriyê dide referandûmê'
Mela Bextiyar: Goran razî bûye vegere parlamenê
Etîketan:
Goran, PDK, Selah Delo, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de