23:39 23 Mijdar 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê - Hewlêr

    Galbraith: Zextên Iraq, Tirkiye û Îranê dê lezê bidin serxwebûna Kurdistanê

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Dîplomatkarê berê yê Amerîkayê Peter Galbraith ji rojnameya tirkî Haberturkê re axivî û derbarê referandûm û serxwebûna Kurdistanê de daxuyaniyên girîng dan.

    Galbraith bal kişand ser ku, "Pir ecêb û xerîb e, çawa Amerîka serxebûna Kurdistanê nas nake?" û got: "Biryara referandûmê ya gel bû, lewma nehate paşxistin. Nêrîna ku dibêje, ‘mafê gelê Kurd nîne biryarê li ser paşeroja xwe bide' li dijî demokrasiyê ye."

    Galbraith ku li welatên Kirwatya, Afganistan û Tîmûra Rojhilat wek balyozê Amerîkayê kar kiriye, bi bîr xist ku dê ‘dawiya dawîn Kurdistan bibe dewleteke serbixwe' û da xuyakirin: "Serxwebûn dê kengî çêbibe ev bi rêveberiya Iraqê re eleqeder e. Bê gumand ê pêvajoyeke veguhêz hebe."

    ‘ZEXT Û GUVAŞ DÊ SERXWEBÛNA KURDISTANÊ LEZTIR BIKIN'

    Galbraith li ser zext û guvaşên Iraq, Tirkiye û Îranê bi bîr xist û got, ‘dê bibe sedem ku ragihandina serxwebûnê leztir bibe' û wiha axivî:

    "Barzanî ji bo serxwebûnê dibêje 2 sal pêwîst in. Min li hinek welatan pêvajoya serxwebûnê şopand. Li Kirwatyayê û Tîmûra Rojhilat ez bûme yekemîn balyoz. 2 sal qonaxeke di cîh de ye. Bi nêrîna min îroniyek heye, zext û guvaşên hikûmeta Iraqê, ya Tirkiye û Îranê dibe bibe sedem ku ragihandina serxwebûnê leztir bibe. Barzanî got, ku rêveberiya Bexdayê mezhebgeriyê dike. Iraqê çawa bersiv da? Firokexane girtin. Îran û Tirkiyê bi hevkariya hev gefên girtina sînoran xwarin. Ev rêbaz nahêlin Kurd hest bi wêyekê bikin, ku perçeyekê Iraqê ne."

    ‘AMERÎKA DIZANE DÊ KURDISTAN SERBIXWE BIBE'

    Dîplomatkarê Amerîkî herwiha helwesta welatê xwe jî rexne kir û da zanîn, Amerîka dizane dawiya dawîn dê Kurdistan serbixwe bibe.

    ‘TI SERKOKEKÎ KURDAN LI DIJÎ SERXWEBÛNÊ NABE'

    Galbraith di berdewamê de got: "Ti rêveberiyeke Kurdistanê jî ji encamên referandûmê venagere. Ji ber ku ji sedî 93yê gel dengê erê daye."
    Galbraith li ser gotegotên ku dibêjin "Barzanî ji bo bihêzkirina destê xwe biryara referadûmêyê daye" got: "Ewên van gotinan dikin ne Kurdistanê û ne jî Barzanî nas nakin. Barzanî 71 salî ye û siyasetmedarekî ku tevahiya jiyana xwe li ser armanca serxwebûnê derbas kiriye ye. Ti serkirdeyekî Kurd jî li dijî serxwebûnê nasekine."

    ‘JI GIRTINA DERIYAN Û RAWESTANDINA FIROTINA PETROLÊ DÊ TIRKIYE Û IRAQ ZIRARÊ BIKE'

    Peter Galbraith li ser gefên Tirkiyê yên girtina deriyên sînor û rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê diyar kir:

    "Ger Tirkiye deriyan bigire dê zirarê bigihîne xwe û Iraqê. Herwiha eger hinardekirina petrolê bide sekinandin dê Hewlêr bikare wan bide dadgehê û pereyekî baş qezenc bike. Lê herî zêde dê Rûsya zirar bike, ji ber ku petrol zûde hatiye firotin û Kurdistanê pereyên xwe wergirtine."

    'KURDISTAN 26 SAL IN BI AWAYÊ DEFAKTO SERBIXWE YE'

    Galbraith di hevpeyvînê de dibêje, Kurdistan ev 26 sal in bi awayekî defakto serbixwe ye û li dijî berjewendî û ewlekariya Tirkiyê ne gef e ku nîgeraniyên Tirkiyê yên ji bo hevgirtina Herêma Kurdistanê û Kurdên Sûriyê vala û pûç in.

    Dîplomatkarê Amerîkî li ser pirsa; "Eger Kurdistan serbxiwe bibe Amerîka dê te bike balyozê Hewlêrê?" jî got: "Ev ne mimkun e, ji ber ku serokê Amerîkayê balyoz û sefîran destnîşan dike."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em ê bi çavê terorîstên DAIŞê nêzî leşkerên Amerîkî bibin
    DAIŞê dibistan da ber agir û 2 sivîl kuştin
    PDK, Goran û Yekgirtûya Îslamî li Silêmaniyê ketin civînê
    Tirkiyê bi topan li Idlibê xist
    Elawî: Ev pirsgirêka Iraqê ye divê welatên din mudaxale nekin
    'Kosret Resûl li şûna Mam Celal bû sekreterê giştî yê YNKê'
    Li Siûdî êrîşî Qesra Selam kirin: 2 parêzvanên qraliyetê can dan
    Serokê Parlamentoya Iraqê: Ji bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê hewleke cidî heye
    Li Farqînê bombe bi cerdevanan de hat teqandin: 2 kes mirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de