23:20 16 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê

    "Di meseleya serxwebûna Kurdistanê de, Amerîka bi Îranê re ye"

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Dîplomatê amerîkî yê berê Peter Galbraith derbarê helwesta DYAyê li himberî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de axivî û got, "gava mesele tê ser serxwebûna Kurdistanê ji Iraqê, mixabin Amerîka ji dêvla dostên xwe bi Îranê re disekine."

    Galbraith bi kanala CNNê re axivî û got: "Di dawiyê de dê dewleta Kurdistanê ya serbixwe hebe û em ê nikaribin viyana gelekî dixwaze dewleta xwe ava bike, pişguh bikin."

    Dîplomatê amerîkî pirsî: "Gelo DYA dê piştgiriya kurdan bikin ku hevalên me yên demokrat in û giringiyê dide nirxên me yên rojavayî yan jî dê li gel hikûmeta navendî ya Iraqê bisekine ku hevbendeke Îranê ye û Heşdî Şeibî û milîsên şîî gefan dixwin ku bi çekên amerîkî êrîşî Pêşmergeyan bikin di demekê de ku birêveberiya Trump çek li ser Pêşmergeyan birrîne."

    "LI SENATOYÊ XEBATÊN PIŞTGIRIYA SERXWEBÛNÊ TÊN KIRIN"

    Ji aliyê din ve, Galbraithî derbarê helwesta "neyînî ya Amerîkayê de" destnîşan kir ku ev helwest dê dirêj neke ji ber di Senatoya Amerîkayê de pêngavên cidî hene daku piştgirî bo serxwebûna Kurdistanê were dayîn.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Li Qersê guleya topê ya 100 sal berê hat dîtin
    Trump bo Îranê: Ev bêdengiya beriya tofanê ye
    Li Elazîzê qedexe hat ragihandin
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bû 65 salî
    ‘Îran bo Tirkiyeyê nabe alternatîveke welatên Kendavê'
    Rûsya: Me Omer Şîşanî kuşt
    Erdogan derbarê operasyona Îdlîbê de daxuyanî da
    Etîketan:
    Peter Galbraith, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de