23:22 16 Kanûn 2017
Zindî
    Ahenga Referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

    'Piştgiriya serxwebûna Kurdistanê zêde dibe'

    © REUTERS/ Ahmed Jadallah
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 30

    Serokên eşîran berê xwe da Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daku alîkariya wan bikin û bi xurtî piştgiriya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

    Kanala Al Jazeerê raporteke bi navê "piştgiriya girseyî ji referandûma kurdî re zêde dibe" ku tê de hat diyarkirin, piştgiriya suniyan ji referandûma serxwebûnê re zêde dibe.

    Raport di destpêkê de behsa Pêşmergeyên erebên sunî dike bê çawa tên perwerdekirin.

    Pêşmergeyekî ereb bi navê Omer Ehmedî dibêje, "me dît bê kurdan çi kir û hikûmetê çi kir. Herêma kurdî ewle ye lê ewlehî li Bexdayê tine. Em dixwazin li gel wan bin û ez ji hemû suniyan re dibêjim heman tiştî bikin."

    Serbazek bi navê Atiye Suleyman dibêje: "Ez dibêjim erê ji referandûmê re û erê ji serxwebûnê re. Min berê digot welatê min, Iraqeke yekgirtî ye lê piştî min dît bê çawa hikûmeta navendî em piştguh kirin û rê da DAIŞê erdên me dagir bike. Min fikira xwe guherand."

    Herwiha şêxên eşîrên sunî diyar dikin ku ew jî tev li Herêma Kurdistanê dibin ne ku eslê xwe yê erebî înkar dikin lê kurd in ên ku Iraqa nû dinimînin.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’
    Etîketan:
    referandûm, serxwebûn, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de