04:29 16 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    Ryan Dillon: Pêşmerge hevkarê me yê sereke ye

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarê Amerîkî yê Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Ryan Dillon ragihand, di heyama operasyonên Til Efer a Mûsilê û Hewîce ya Kerkûkê de bi qasî hezar milîtanên DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin yan jî girtin.

    Berdevkê hêzên hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, Ryan Dillon ji BasNews a Herêma Kurdistanê re axivî û got, "Pêşmerge hevkarekî sereke û girîng yê hêzên hevpeyman e di şerê DAIŞê de."

    'BI QASÎ HEZAR DAIŞÎ JI ALIYÊ PÊŞMERGE VE HATIN KUŞTIN'

    Ryan Dillon, pesnê Pêşmergeyan da û da xuyakirin, "Di heyama operasyonên Til Efer û Hewîceyê de derdora hezar milîtanên DAIŞê, ku dixwestin birevin, ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin yan jî girtin."

    Dillon bersiva pirsa derbarê piştî referandûmê de nexwest bipeyive, lê got, "Şerê Hewîcê beriya referandûmê dest pê kiribû. Em pîrozbahiya serkeftina şerê Hewîcê li hêzên Iraqê û Pêşmerge dikin. Lê şerê DAIŞê dê piştî rizgarbûna Hewîcê jî bidome."

     

    Bi heman mijarî:

    Resûl: Çûyîna Mam Celal zirareke mezin e bo Kurd û Kurdistanê
    3 êrîşkarên cenazeyê dayika Tugluk hatin berdan
    Encamên fermî yên referandûma Katalonyayê hatin ragihandin
    Dizeyî: Hêza me têr dike, lê pêwîst nake em serê 10 metroyan hêzê deynin
    Îran: Em ji ber şaşiyên stratejîk gazinan ji kurdên Iraqê nakin
    Parlementerên Iraqê ji ber alaya Kurdistanê tev li merasîma Talabanî nebûn
    Rûsya: Amerîka penaberan wek mertalên zindî bikar tîne
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de