04:27 16 Kanûn 2017
Zindî
    Talabani için tören düzenlendi

    Resûl: Çûyîna Mam Celal zirareke mezin e bo Kurd û Kurdistanê

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî got, wefata Mam Celal xem û zirareke mezin e bo hemû Kurdan û Kurdistanê.

    Kosret Resûl Elî îro 6ê Cotmehê di merasîma birêkirina cenazeyê Celal Talebanî de got, îro rojeke gelek nexweş e û ji dest dana Mam Celal zirareke mezin e bo YNKê û hemû Kurdistanê.

    Li gor nûçeya Rûdawê, Kosret Resûl da xuyakirin, divê tevahiya aliyên Kurdistanî yekrêz bin, daku di vê dema hesas de Kurd bihêztir bin.

    Resûl bal kişand ser pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê û destnîşan kir, em dixwazin hemû pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi gotûbêj û danûstandinan werin çareserkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Encamên fermî yên referandûma Katalonyayê hatin ragihandin
    Dizeyî: Hêza me têr dike, lê pêwîst nake em serê 10 metroyan hêzê deynin
    Îran: Em ji ber şaşiyên stratejîk gazinan ji kurdên Iraqê nakin
    Parlementerên Iraqê ji ber alaya Kurdistanê tev li merasîma Talabanî nebûn
    Rûsya: Amerîka penaberan wek mertalên zindî bikar tîne
    Girava seks û alkola bêsînor li Kolombiyayê
    Artêşa Sûriyeyê ket el Mayadînê ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de