01:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

    Dizeyî: Hêza me têr dike, lê pêwîst nake em serê 10 metroyan hêzê deynin

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 03

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew polîtîkaya Tirkiye û Îranê ya li dijî referandûma serxwebûnê asayî dibînin û got, “Dostên berê nabin dijminên îro.”

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî ji BBC Tirkiyê re axivî û li ser derstwerdaneke bi ser Herêma Kurdistanê re got, "Ji hêla leşkerî ve em pêbawerin ku em dê neyên hemberî hev, lewra her du welat jî xwedî arteşên mezin in û em li belayê nagerin."

    Dizeyî bal kişand ser ku ew aramî, dostanî û têgihîştinê dixwazin û li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên wekî ‘Dibe şevekê em ji nişka ve werin' wiha axivî:

    ‘EM JI TIRKIYÊ HÊVIYA DESTWERDANA LEŞKERÎ NAKIN'

    "Her çiqas hinek hêzên me li eniyên têkoşîna DAIŞê bin jî, dema pêdivî bi ewlekariyê hebe, hêza me têra me dike. Bi Tirkiyê re 350 kîlometr sînorên me hene û ne ew, ne jî em nabe serê her 10 metroyan hêzê deynin. Pêwîstî bi vê nîne, lewra li hember Tirkiyê ti tevgereke me nîne û em ji Tirkiyê jî operasyoneke wiha hêvî nakin."

    'MESELEYA PKKÊ TIŞTEK E, YA KURDAN TIŞTEKÎ DIN E'

    Dizeyî di berdewamê de got, "Meseleya Kurdan a li Tirkiyê bi vir ve nayê girêdan. Mesela PKKê tiştek e, lê mesela Kurdan tiştekî din e. Ti fêdeya zêdekirina rakeşiyê ji kesî re nîne."

    Dîzeyî bi bîr xist ku wan beriya referandûmê daxwaza alîkariyê ji nûnerên Amerîka û Ewropiyan kiriye daku li ser formuleke jiyana bihevre a bi Iraqê re bibin alîkar, lê ji ber fokusa wan a ser DAIŞê bersiv ji bangewaziya wan re nehatiye.

    'TI KES, PARTÎ Û SEROK NIKARE REFERANDÛMÊ BETAL BIKE'

    Berdevkê Hikûmetê got, "Ev bangewazî dibû ku rê li ber konfederaliyê jî veke, lê ti kesî guh neda me û em cidî negirtin. Ji sedî 92yê gel ji bo serxwebûnê deng da. Ti kes, partî û serok nikare vê betal bike. Erê dibe ku em li ser xebata bi Bexdayê re hevdîtinan bikin, dibe em bikevin nav lêgerîna formulekê bo wê; ev dikare bê axaftin, lê xelkê biryara xwe daye."

    Dizeyî da xuyakirin ku ew li dahatuyê çi gavê bavêjin jî dê bi Bexdayê re biaxivin û lê pêwîst e bi ajendayekê dest bi diyalogê bikin.

    ‘TIŞTA KU AMERÎKA BIKE TENÊ PESINDANA KURDISTANÊ YE'

    Sefîn Dizeyî li ser helwesta Amerîkayê ya li ser nenasîna encamên referandûmê jî diyar kir ku helwesta Amerîkayê ji berê ve eşkere bû û wiha pê de çû: "Ji dema me roja referandûmê ragihand heta 25ê Îlonê, 3 meh û nîv dem hebû. Tenê mehek berî referandûmê Amerîkî, Ewropî û Neteweyên Yekbûyî derketin holê û gotin, ne dema wê ye. Em jî vê pirsê dikin; dema rast kengî ye? Amerîkî ji bo Iraqê ketin metirsiyê. Ji sala 2003yan ve bi milyar dolaran pere xerc kirin, 4600 leşkerên xwe winda kirin. Dibû ku Iraq bi siyaseteke aqilane û hevkariya demokratîk bibe welatekî modern. Lê niha Iraq ne yek ji van e."

    Dizeyî di berdewamê de got, ‘Ji ber van sedeman tişta ku Amerîka pê bipesine tenê Kurdistan e, lê ew naxwazin bi vê serkeftinê re hevkar bin. Qebûlnekirina proseya demokratîk, bi gotinên wan re nakok e."

    ‘RÛS DÎROKA KURDAN JI YÊN DIN ÇÊTIR DIZANIN'

    Sefîn Dîzeyî li ser pirsa rêkeftina digel Rosneft a Rûsî destnîşan kir, Rûsya piştî rûdanên li Sûriyê dixwaze vegere Rojhilata Navîn û bal kişand ser pêwendiyên Kurdan bi Rûsan re heta serdema Çarîtiyê û wiha got:

    "Lewra Rûs şert û mercên vê derê û dîroka Kurdan ji yên din çêtir dizanin û hîn pragmatîktir tevgeriyan. Belê, rast e Wezîrê Derve yê Rûsyayê bal kişand ser yekgirtîya Iraqê, lê di heman demê de dane xuyakirin ku ew rêzê li daxwazên Kurdan digirin. Yanî gelekî bihevsengî û rastbîn bûn."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em ji ber şaşiyên stratejîk gazinan ji kurdên Iraqê nakin
    Parlementerên Iraqê ji ber alaya Kurdistanê tev li merasîma Talabanî nebûn
    Rûsya: Amerîka penaberan wek mertalên zindî bikar tîne
    Girava seks û alkola bêsînor li Kolombiyayê
    Artêşa Sûriyeyê ket el Mayadînê ku dikeve rojhilatê Dêra Zorê
    Barzanî bi nûnerê NYyê re civiya: Referandûm li ser ti welatî ne tehdîd e
    Zanistvanan aktîvîteya ku ji seksê bêtir kêfê dide eşkere kir
    Beşar Esed ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê şand
    Erebîstana Siûdî û Rûsya li ser S-400an li hev kirin
    Ebadî Serokwezîrê Tirkiyeyê vexwende Bexdayê
    Îran: Em li çareseriyekê ji referandûma Kurdistanê re digerin
    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka, Iraq, Kurdistan, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de