20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî bi nûnerê NYyê re civiya: Referandûm li ser ti welatî ne tehdîd e

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 10

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê li Iraqê Jan Kubisî û heyeta li gel wî re kir.

    Serdana Kubisî di demeke wiha de hatiye ku Bexdayê ji ber referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê seferên balafirên hewayî bo herêma Kurdistanê rawestandine.

    Di daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku Barzanî di civînê xwe teqezî li ser wê yekê kiriye ku divê kêşe û nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê bi diyalog û lihevkirinê werin çareserkirin û diyar kiriye ku rola NYyê gelekî giring e.

    Herwiha Barzanî diyar kiriye ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ne gef e li ser ti welatî û Herêma Kurdistanê her dê hokareke istiqrarê be li herêmê.

    Barzanî teqez kiriye ku ew dê di şerê li dijî terorê de berdewam bin.

    KUBIS: EM QEBÛL NAKIN MUDAXELE JI DERVE WERE KIRIN

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Jan Kubis duh li Hewlêrê ji aliyê Şêwirmendê Konseya Ewlehiyê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

    Jan Kubis di wê civînê de gotibû: " Em qebûl nakin ji derve mudaxeleya pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê were kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê herdu alî jî hewla diyalogê bikin."

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    ‘Eger hûn daxwaza Kerkûk û Mûsilê bikin wê Diyarbekir jî ji destê we here'
    Berdevkê Pêşmerge bi tundî bersiva serokwezîr da
    Neteweyên Yekbûyî rêxistina Haşdî Şabî xiste lîsteyê
    Dîplomatê Bosnayî: Referandûma Kurdistanê meşrû ye û ez piştgirî didimê
    Esad: Em li dijî hemû hewldanên perçekirina Iraqê ne
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    Berdevkê Enîya Tirkmen: Tirkiye toz û dûmanê radike, lê tiştek tuneye
    Etîketan:
    Jan Kubis, nêçîrvan Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de