08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Talabani için tören düzenlendi

    Merasîma mam Celal bi rê ve diçe

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Balafira ku termê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî hildigre giheşte Silêmaniyê. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî û hevjîna Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed jî di balafirê de bûn. Herwiha di merasîmê de dîmenên xemgîn derketin holê.

    Di merasîmê de nûner û serkirdeyên partiyên Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Balyozê NY li Iraqê Jan Kubîs, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Siliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Balyozê Îtalyayê li Iraqê, Şandeyeke HDPê herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade ne.

    Li balafirgehê sirûda Ey Reqîb û sirûda neteweyî ya Iraqê hat xwendin, paşê rêberan gurzên gulan danîn ber tabûtê.

    Di merasîma cenazeyê Mam Celal de, dîmenên xemgîn derketin holê.

    Wezîrê Derve yê Îranê jî beşdarî merasîmê bû.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tacegulek danî ber tabûta mam Celal.

    ​Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasîmê bibû û wî jî tacegulek danî ber tabûta mam Celal.

    ​Wezîrê Derve yê Îranê li ber ala Kurdistanê ya li ser cenazeyeke lîderîkî kurd…

    Herwiha di nav dewletên cîran de ku nûneriya wan li Silêmanî heye tenê Tirkiye beşdarî merasîmê nebûye.

    Berdevkê HDPê Osman Baydemîr û Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay tacegulek, danîne ber tabûta mam Celal.

    ​Celal Talabanî di 17 Berfanbara 2012an de li Bexdayê nexweş ketibû û felcê lêdabû.Tedawiya wî li Almanya berdewam dikir. Mam Cela ji ber rewşa tenduristiya xwe di 11ê Îlona 2017an de bo tedawiyê bibîne çûbû Almanyayê. Mam Celal roja 3ê Cotmehê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de