13:00 17 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pentagon dê alîkariyên xwe ji bo Peşmergeyan dewam bike

    © AP Photo/ Alice Martins
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dema dabînkirina alîkariyên darayî yên Amerîkayê ji bo Hêzên Pêşmergexilas bû. Heta niha jî ji bo berdewamkirina alîkariyan danûstandinan dest pê nekiriye lê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon tekez dike ku alîkariyên wan ên ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin.

    Berdevkê Pentagonê Eric Pahon ji Al Monitorê re axivî û ragihand, rêkeftina di navbera Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de di Tîrmeha 2017ê de bi dawî bû.

    Pahonî da zanîn ku alîkariya dawîn a Pentagonê ya ji bo pêşmerge jî pereyên muçeyan bûye û ew jî di destpêka Îlonê de hatiye dayîn.

    Berdevkê Pentagonê da zanîn, ku mijara giştpirsiyê bandorê li ser pêwendiyan nake û eger rêkeftina alîkariyê ya di navbera aliyan de neyê nûkirin jî dê Pentagon alîkariyên xwe berdewam bike.

    Eric Pahonî got: "Pentagon dê di warê ewlekarî, rahênan û dabînkirina çekan de alîkariyên xwe yên ji bo pêşmerge berdewam bike."

    Roja 13ê Tîrmeha 2017ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di navbera Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û Alîkara Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Elisa Slotkin de protokola leşkerî hatibû îmzekirin.

    Li gorî vê protokolê Amerîkayê alîkariya leşkerî û darayî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge kir. Hêjayê gotinê ye, ku ev yekemîn protokola fermî ya di navbera Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.

    Bi heman mijarî:

    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
    Li Tirkiyeyê partîyeke din bi navê Kurdistan tê damezrandin
    Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Etîketan:
    Pêşmerge, Eric Pahon, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de