00:16 21 Hezîran 2018
Pêşmerge

Berdevkê Pêşmerge bi tundî bersiva serokwezîr da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet bi tundî bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû ‘divê e hêzên Pêşmerge di bin fermandariya hêzên federal de bin.'

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji medya Iraqî re axivî û rexneyên tund li Serokwezîr Heyder Ebadî kirin. Ebadî li Parîsa paytexta Fransayê gotibû ‘divê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, radestî hêzên Iraqî bên kirin û hêzên Pêşmerge bibin beşêk ji sîstema berevaniya Iraqê.'

Hikmet di bersivdayîna Ebadî de got: "Heya niha ti alîkariyeke serbazî ji Iraqê negihiştiye hêzên Pêşmerge û ev herêmên ku daxwaz dikin bi xwîna şehîdên Pêşmerge hatiye kontrolkirin."

Berdevkê Pêşmerge di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heger Ebadî hêzên Pêşmerge wek beşekî ji sîstema berevaniya Iraqê dibîne, naxwe çima dixwaze ew navçe radestî hêzeke din bê kirin?"

Bi heman mijarî:

Rojane bêhtirî hezar sivîlên Hewîceyê xwe dispêrin Pêşmerge
Barzanî li Kerkûkê bi fermandarên hêzên Pêşmerge re civiya
2 hezar koçberên Hewîceyê gihîştin sengerên Pêşmerge
'Malbat wekî lehiyê xwe teslîmî Pêşmerge dikin'
Artêşa Iraqê peymana bi Pêşmerge re hilweşand
Fermandarê Pêşmerge: Hêzên me ji hemû tehdîdan re amade ne
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Berdevkê Wezareta Pêşmerge, Heyder Ebadî, Helgurd Hikmet, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de