00:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ahenga Referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

    ‘Fransa di mijara referandûmê de xwe li pişt Amerîkayê vedişêre’

    © REUTERS/ Ahmed Jadallah
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Mamosteya Zanîngeha Leiden a Hollandayê Myriam Benraad li ser hevdîtina Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, “Fransa li ser mijara referandûma yekalî ya Kurdan, xwe li pişta polîtîkaya Amerîkayê vedişêre.”

    Bernaard diyar kir her ku Fransa behsa pêwendiya dîrokî ya bi Kurdan re dike û rêya navbeynkariya Bexda û Hewlêrê dide pêş jî, Fransa jî di nav de welatên Rojavayî ji bo referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê li ser kaxezê bimîne çi ji destê wan tê dikin.

    ‘PARÎS NEÇAR DIMÎNE KU MANEWREYAN BIKE'

    Benraad da zanîn, ji aliyekî pêwendiyên dostane bi Kurdan re didomînin û naxwazin dilê pêşmergeyê ku li eniyên pêş têkoşîna DAIŞê dike bihêlin û wiha got: "Parîs neçar dimîne ku di navbera Bexda û Hewlêrê de manewreyan bike."

    ‘KURD DI STRATEJIYÊ DE LI HEV NAKIN'

    Akademîsyen Benraad bi bîr xist ku li dahatuyê îhtimala geşbûna rakeşîyê heye û li ser rewşa Kurdan jî wiha axivî: "Kurd di babeta stratejiyê de di nav xwe de jî li hev nakin. Li Kerkûkê PKK jî milîşeyên şîe jî hene. Aliyên din jî di nav gengeşiya navbera Bexda û Hewlêrê de cî digirin."

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê bi nûnerên civaka navdewletî re civîya
    Wezîrê Derve yê Îranê diçe Herêma Kurdistanê
    Li Stenbolê ji bo Mam Celal merasîmek tê lidarxistin
    Endamê Kongreya Amerîka: Dibe ku helwesta bo Kurdistanê biguhere
    ‘Amerîkî li Sûriyê ‘bi piştevaniya terorê’ alozîyê çêdikin’
    Etîketan:
    Fransa, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de